Li çargoşeya ewlehiyê ya Hesekê alozî

Li çargoşeya ewlehiyê ya Hesekê di navbera êla El Cebûr û çeteyên Difa Watanî yên hikumeta Şamê de li alozî derket.

Li çargoşeya ewlehiyê ya Hesekê alozî
13 tebax, 2023   18:58
HESEKÊ

Nûçegihanên me li bajêr bi bîr xistin ku di navbera êla El Cebûr û çeteyên Difa Watanî yên hikumeta Şamê de li çargoşeya ewlehiyê ya bajêr aloziyek heye.

Piştî ku fermandarekî Difa Watanî li rûspiyên êla El Cebûr da ev nakokî derket. Ji ber wê, êla El Cebûr li çargoşeyê kom bûn.

(şx)