Ji RJAK'ê banga "Li hemberî zilm û dagirkeriyê bibin sîper''

RJAK’ê bi daxuyaniyekê bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê û got: ''Em bang li tevahî gelê xwe yê niştîmanperwer yê Başûrê Kurdistanê dikin ku bi yek dengî li dijî van êrişan bibin xwedî helwest.''

Ji RJAK'ê banga "Li hemberî zilm û dagirkeriyê bibin sîper''
11 tebax, 2023   19:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Azadiya Jinên Kurdistanê (RJAK), têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker û bi taybet êrişên vê dawiyê yên li Başûrê Kurdistanê ku sivîlan dike armanc daxuyaniyek weşand. RJAK’ê di daxuyaniya xwe de êrişên dewleta Tirk ên bi armanca dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê û binpêkirina serweriya xaka Iraqê, komkujiyên ku di van demên dawiyê de li ser welatiyên sivîl pêk tîne, bi tundî şermezar kir.

Her wiha RJAK’ê da zanîn ku gelê Kurd felsefeya Apoyî vexwariye, ew bi girtin, revandin, kuştin û tirsandinê qet çok danayne, berevajiyê wê hîn zêdetir dibin û têkoşîna xwe ya ji bo azadiya Kurd û Kurdistanê bihêztir dike.

Daxuyaniya RJAK’ê wiha ye:

 ''Di serî de em wekî Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê komkujiyên ku rojane li li Başûrê Kurdistanê têne kirine bi tundî şermezar dikin. Dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê ji bo dirêjkirina temenê deshilatdariya xwe bi rêbazên  hovane êrişî gelê me dike, bi taybet di van demên dawîn de êrişên xwe li ser gelê me yê Başûrê Kurdistanê zêde kiriye. Bê gûman armanca van êrişan valekirina Başûre û koçberiya gelê Kurd e. Di heman demê de bi vî şerê taybet dixwaze tirsê bixin nava gelê me û wî ji ruhê niştîmanperweriyê dûr bixe. Lê ev gel natirse, ji ber wî felsefeya Apoyî vexwariye. Felsefeya ku ruhê berxwedanê û vîna di mirovan de bilind dike û digihîne asta herî bilind. Dema yek tê qetilkirin bi sedan beşdar dibin û dema tê girtin bi hezaran derdikevin kolanan. Yanî ne ji girtin û ne jî ji kuştinê natirse.

Di nava hefteyekê de 5 êriş li ser hev ne ji rêzê ye û ev êrişên ku gelê me dike armanc bêgûman ew êrişên siyasî ne. Ji xwe bêdengiya cîhanê û bi taybet hikumeta Iraqê û ya Herêma Kurdistanê nîşaneya erêkirina dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye. Lê diyar e ku heta niha desthilatdariya Iraqê û Başûrê Kurdistanê îqna nebûne ku armanca dewleta Tirk  dagirker ne tenê gelê Kurd û tevgera azadiyê ye, armanca wê dagirkirina tevahî Iraq û Başûrê Kurdistanê ye. Ev dagirkeriya bêwijdan dixwaze  tevahiya Kurdan tune bike, dixwaze nirxên jina dayikê ya 5 hezar salî ji kokê de qir bike. Lewra dema êriş dike, ferqê naxe navber jin, mêr, zarok, kal, leşker û sivîlan.

Ev dijmin e, dijminê tevahî mirovahiyê ye, dijminê tevahî jinan e. Lewra di serî de em bang li hikumeta Iraqê, hêz û rêxistinên demokratîxwaz dikin, ku li beramberî van êrişan bibin xwedî helwest. Her wiha em bang li hemû rêxistinên jinan û bi taybet jinên ku dilê wan ji bo azadiyê lêdide dikin ku xwedî li nirxên xwe yên hezar salan derkevin, wekî her tim bibin sîper li beramberî zilm û dagirkeriyê. Em bang li tevahî gelê xwe yê niştîmanperwer yê Başûrê Kurdistanê dikin ku bi yek dengî li dijî van êrişan bibin xwedî helwest.

Dubare em van êrişên ne mirovane li ser gelê me yê Başûrê Kurdistanê bi tundî şermezar dikin."