Ji bo xwepêşandanê asteng bikin rê girtin û mizgef dorpêç kir

Çavkaniyek xwecih ji kantona Girê Spî ya dagirkirî da zanîn ku çeteyên "Polîsên Leşkerî" yên dewleta Tirk a dagirker rêyên kantonê girtin û mizgeft dorpêç kir da ku şênî xwepêşandanan li dar nexin.

Ji bo xwepêşandanê asteng bikin rê girtin û mizgef dorpêç kir
11 tebax, 2023   15:02
EYN ÎSA

Li gorî agahiyên ku çavkaniyek xwecih dane, çeteyên ''Polîsên leşkerî" bi fermana waliyê Tirk mizgefta Elî Bin Ebî Talib a li navenda bajarê Girê Spî dorpêç kir û rê girtin.

Biryar bû ku piştî nimêja înê xwepêşdanên xelkê kantonê ji pêşiya vê mizgeftê destpê kiriba.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di 4 rojên pêşîn ên vê mehê de li Girê Spî û bajarokê Silûk xwepêşandan û girevên birçîbûnê ji ber rewşa jiyanê ya xirab û kiryarên dagirkeran hatin lidarxistin.

(mh)

ANHA