​​​​​​​‘Kampanyaya KJK′ê bersiva êrişên zîhniyeta baviksalar e’

Rêveberên rêxistinên jinan û partiyên siyasî got bêyî çareserkirina pirsgirêka jinan, pirsgirêkên civakê çareser nabin. Her wiha diyar kir ku pêngava KJK'ê bersiva li hemberî zîhniyeta baviksalar a li dijî jinan e.

​​​​​​​‘Kampanyaya KJK′ê bersiva êrişên zîhniyeta baviksalar e’
11 tebax, 2023   00:45
HELEB- NESRÎN ŞÊXO

Komelên Jinên Kurdistanê (KJK) ji bo piştgiriya jinên Şengal û Efganistanê bi dirûşma “Li dijî êrişên mêrên serdest em bi jinên Efgan û Şengalê re ne" kampanyayek ragihandibû. Kampanyayê 3'yê Tebaxê dest pê kir û 15'ê Tebaxê bi dawî dibe.

Ji bo piştgiriya kampanyaya KJK′ê rêxistin û tevgerên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 31′ê Tîrmehê de rêzeçalakiyên bi dirûşma "Ji bo bersivdana qirkirina jinan… em jiyanê diafirînin" dan destpêkirin.

′LI HEMBER ÊRIŞÊN ZÎHNIYETA BAVIKSALAR′

Endama rêveber a Komîteya Têkiliyan a Kongra Star Fatme Hesen da zanîn ku di kampanyaya KJK′ê de tevahî jinên rastî êrişên mêrên hegemon ên xwedî zîhniyeta baviksalara hatine hene û wiha got: "Her tim jin rastî êrişên zîhniyeta baviksalarî tên bi taybet jinên li herêmên dagirkirî mîna Efrîn, Girê Spî û li Efganistanê jî."

Fatmeyê bal kişand ser zîhniyeta baviksalar ku hêza xwe ji ′qetilkirina jinan û çewisandina nasnameya wê′ û mehrûmkirina ji mafên wê yên hêsan werdigirin û wiha domand: "Dema çeteyên DAIŞ′ê êrişî Şengalê kir, destpêkê jin hedef girt. Dema jinan xwe bi rêxistin kir wê demê hêza xwe nas kir û dît ku ew dikare parastina xwe bike û Şengalê rizgar bike û xwe rizgar bike."

′GEŞKIRINA VÎNA JINÊN ŞENGAL Û EFGANISTANÊ′

Fatme bal kişand ser kampanyaya piştgiriya jinên Şengal û Efganistanê û anî ziman ku ew kampanya ji bo hêz û vînê bidin jinan pêk hat û wiha pê de çû: "Da ku jin li ser lingên xwe bisekinin û di oxira xwerizgariyê de şer bike û mafên xwe yên jê hatiye standin ev kampanya dan destpêkirin."

Fatme wiha gotina xwe berdewam kir: "Ji sedan sal ve zîhniyeta baviksalar hegemonyayê li ser cîhan û tevahî jinan dike. Mêrê hegemon hewl dide bi rêya çewisandina nasnameya jinê, diyardeya kolekirinê belav bike. Ji ber ku di azadiya jinê de têkbirina koletî û qirkirina civakan heye û ev jî nakeve xizmetî wan."

Fatme îşaret bi beşdariya Kongraf Star di kampanyaya piştgiriya jinên Şengal û Efganistanê kir û wiha anî ziman: "Em wek rêxistin û tevgera jinan destgirêdayî namînin û bi rêya çalakiyên xwe, derketina li qadan û serhildana li hember zîhniyeta baviksalar tev li vê kampanyayê bûn."

Fatme wiha got: "Em jin li tevahî cîhanê yek in û em hemû bi dirûşma ′Jin, Jiyan, Azadî′ a ku Rêber Abdullah Ocalan daye destpêkirin, bang dikin. Em bi wê yekê hewl didin maf û azadiya xwe bi dest bixin, divê em têkoşîna xwe bilind bikin û di oxira wê yekê de her tiştî pêşkêş dikin.”

‘BÊYÎ ÇARESERKIRINA DOZA JINAN TU ÇARE JI DOZÊN CIVAKÊ RE TUNE NE’

Li aliyekî din jî berdevka Nivîsgeha Rêxistinê ya Partiya Sûriya Pêşerojê Leman Şêxo spasiya xwe ji kampanyaya piştgiriya jinên Şengal û Efganistanê re nîşan da.

Leman anî ziman ku di çend salên borî de jinên Şengalê ji aliyê çeteyên DAIŞ′ê ve hatin hedefgirtin û îro jî û heta niha jinên li Efganistanê ji hêla Talîbanê ve tên hedefgirtin. Ev hemû sûc li ber çav û guhên civakê pêk tên.

Leman diyar kir ku Partiya Sûriya Pêşerojê piştgiriya xwe ji kampanyaya piştgiriya jinên Şengal û Efganistanê re nîşan da û wiha dawî li gotina xwe anî: "Em ê bi rêya panel û çalakiyên cihêreng beşdarî vê kampanyayê bin. Ji ber ku bêyî çareserkirina doza jinan tu çare ji dozên civakê re tune ne.”

(fr)

ANHA