​​​​​​​Dewleta Tirk di salvegera fermanê de 4 rizgarkerên Şengalê şehîd kirin

Şehîd Aram, Diyar, Ehmed û Berzan ku roleke mezin di parastina civaka êzidî ji çeteyên DAIŞ'ê de lîst, di salvegera 9'emîn a fermana 3'yê Tebaxê ya li dijî Şengalê de, de bi destê dewleta Tirk a hevkarê DAIŞ'ê hatin şehîdxistin.

​​​​​​​Dewleta Tirk di salvegera fermanê de 4 rizgarkerên Şengalê şehîd kirin
5 tebax, 2023   06:41
NAVENDA NÛÇEYAN- EHMED SEMÎR

Çeteyên DAIŞ'ê bi planeke hêzên navneteweyî 3'yê Tebaxa 2014'an êrişî Şengalê kir û fermanek li dijî civaka êzidî pêk anî. 12 hezar leşkerên hêzên PDK'ê yên ku li Şengalê bûn di dema fermanê de reviyan û civaka êzidî bi komkujî û qirkirinê re rû bi rû hişt. Bi deh hezaran êzidiyan xwe spart çiyayê Şengalê. Gerîlayên azadiyê li hemberî vê komkujiyê bê deng neman û tavilê bi hawara xelkê Şengalê de çûn.

Di heman demê de ji Rojava jî şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji bo xilaskirina êzidiyan ji pencên qirkirinê berê xwe da Şengalê. Şervanan korîdoreke mirovahî vekir û bi de hezaran şengalî di rêya korîdorê re derbasî Rojava kirin. Şervanan bi vê yekê derbeke giran li hêzên komploger, di serî de dewleta Tirk a dagirker a têkçûyîna DAIŞ'ê li xweşiya wê nehat, xist.

Ji fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Aram Mihemed Îbrahîm di têkoşîna li hemberî DAIŞ'ê de parçeyek ji bedena ji dest da. Diyar Cuma Xelîl, Ehmed Fadil Semo û Berzan Mistefa Şêxmûs de jî roleke girîng di vekirina kerîdora mirovî ya di navbera Şengal û Rojava de pêk anîn û ji bo parastin û rizgarkirina êzidiyan têkoşîneke mezin nîşan da.

Aram, Diyar, Ehmed û Berzan li gelemperiya erdîngariya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkoşiyan û mohra xwe li têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ'ê xist. Her çar lehengan heta bajarokê Baxozê ku baregeha dawîn di destê çeteyên DAIŞ'ê de mabû, şer kirin. Her wiha li hemberî êrişên tolhildana DAIŞ'ê yên dewleta Tirk a dagirker şer kir.  Wêne û dîmenên her çar şehîdan ku şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê parve kirine, asta lehengî û berxwedana wan nîşan dide.

Lê hêzên navneteweyî qada hewayî ya herêmê li ber balafirên dewleta Tirk a dagirker vedike, da ku şervanên ji bo bidawîkirina xetereya DAIŞ'ê li ser tevahî mirovahiyê têkoşiyane, bide hedef.

Di salvegera fermana 3'yê Tebaxa 2014'an de ku li Şengalê li dijî êzidiyên Şengalê pêk anîbûn, balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker li gundê Heremê Şêxo yê di navbera Qamişlo û Amûdê de wesayîta şervanan bombebaran kir. Di encama êrişê de fermandarek û 3 şervan şehîd bûn û 2 şervanên din jî birîndar bûn. Fermandar û şervan hatin hedefkirin di îcazeyan de bûn.

(bb)

ANHA