Projeya 'Seffa' ya hikumeta Şamê qanûnê derbas dike

Şêniyên li herêmên hikumeta Şamê êşa bilindbûna buhayan û bacên nerewa yên bi rêya şîrketên taybet tên ferzkirin, dikişînin. Li wan herêman herî dawî bacên parkkirina erebeyan ferz dikin.

Projeya 'Seffa' ya hikumeta Şamê qanûnê derbas dike
5 tebax, 2023   02:59
HELEB - XEYS ŞEMSEDÎN

Ebû Samî yê ji şêniyên bajarê Helebê da zanîn ku pêdiviya wî bi mûçeyeke zêde heye, da ku lêçûna "Seffa" ya sekinandina erebeya xwe li kolaneke Helebê, bide. Ew jî piştî şîrketê kirêya xwe ji sedî 200 zêdetir kir.

Projeya "Seffa" lihevkirina di navbera hikumeta Şamê û koma "Cartil Xirob" de ye. Ew lihevkirin li ser veguherandina rawestgehên erebeyên giştî bo pereyan e û ji 2021′ê ve li gelek bajarên Sûriyeyê ew yek tê kirin.

Xwediyê komê berpirsê berê yê parêzgeha Humisê Îyad Xezal e û birayê wî Ziyad Xezal bi rê ve dibe. Li gorî çavkaniyên herêmê, milkê piranî şîrketên komê yên hevjîna serokê Sûriyeyê Esma El Exres e. Xezal û yên din fînanse dikin.

BACÊN NEMENTIQÎ

Ebû Samî diyar kir ku pêdiviya wî ya sekinandina erebeya xwe bi dema saetekê li pêşa mala xwe ya li taxa Ezîziyê ya Helebê bi dayîna hezar û 500 lîreya Sûriyeyê heye û ger saetek derbas kir, karta dayîn tê nûkirin û ji mafê şîrketê ye dolabên erebeyê bi alavên taybet kilît bike yan jî têkiliyê bi şaxê trafîkê yê Helebê yê girêdayî hikumetê re deyne  û erebeyê li cem xwe bihêle heta muxalefeta 6 hezar lîreya Sûriyeyê dide.

Meclisê bajarê Helebê beriya projeya "Seffa" bikeve miryetê got, ew gaveke ji bo zext li ser navenda bajêr sivik be, qirêjiya jîngehê kêm be û defet ji welatiyan re bê dayîn ku erebeyên xwe li cihên diyarkirî li kêlek peyarêyan bisekinînin. Ew jî li şûna li kolanan bizîvirin û li cihekî sekinandina demkî bigerin.

Li ji her kesî ve diyar e ku ew projeya fînansekirinê ne mentiqî ye û li dijî berîkên şêniyan e û yek ji şêweyên destdirêjiya li ser malkên giştî ji hêla kesên ji aliyê hikumeta Şamê ve hatine erkdarkirin.

Bi nêrîna li rewşa şêniyên li wan herêman û asta qûta ferd ku êd li cîhanê ya herî kêm e û mehane digihîne 10 dolaran û hevrûkirina wê bi bacên niha re mirov li ser rewşê matmayî dimîne.

‘SEFFA BI KARKERAN RE QEZENCÊN XWE PARVE DIKE

Hesen El Abo yek ji ajokarên erebeya biçûk ê li Helebê ku navê wî yê ne rastîn e, ji ajansa me re diyar kir ku ji ber ku di dema barkirina kel û pelan ji depoyên li taxa Cemîliyê de neçar ma ku 6 hezar lîreyê Sûriyeyê bide.

El Abo wiha got: "Ew bi vê erebeya xwe pêdiviyên xwe yên rojane dabîn dike, lê mîna van tedbîran kar zehmet dike. Mîna ku ew jî bi xwediyên erebeyan re hevkar in.”

Di aliyê ragihandinê de meclisa parêzgehê hûrgiliyên peymana heta 8 salên din veşartin. Ew jî belkî pereyên salane didin meclisê 2 milyar lîreya Sûriyeyê derbas kirin. Ji wê zêdetir jî lêçûna avakirina rawestgehan, pankart, buyax û destheqên karkeran, bertîl zêde dibin.

ŞERTÊN QANÛNÎ HATIN DERBASKIRIN

Ev xizmetguzarî pirî caran qerabalix û kolanên sereke yên li bajaran hedef digire. Lê Seffa kolaneke sereke nehişt û ne şaxeke wê jî hişt û karmendên xwe tevî alavên çavdêriyê li wan belav kirin.

Li gorî parêzer û hiqûqnas Elaedîn Xalid ev yek binpêkirina şertên qanûnî yên peymanên xizmetguzariyê ne.

Xalid bi rêya telefonê agahî dan ajansa me û wiha got: "Nabe meclisa bajarê Helebê peymanan di dema sekinandina erebeyan li gelek rawestgehan îmze bike. Lê hin şertên qanûnî hene û hatine derbaskirin û wiha ne:

Divê kolanên şaxê ji bacên kirêkirina sekinandina erebeyan bê par be.

Divê cihên şûnwarê ji bacên kirêkirina erebeyan bê par be.

Divê cihên giştî ji peymanê bê par bin, mînak divê şîrketa Seffa bang li şaxê trafîkê ya Helebê neke û erebeya talîmat bin pê kirine negire.

Divê baca saetên parkkirina erebeyan ji yên paytexta Şamê kêmtir be.

Xalid wiha dawî li gotina xwe anî: "Ji aliyê qanûnî ve ev ne mentiqî ye.”

Li herêmên hikumeta Şamê ji çend rojan ve hemleyeke girtina welatiyan heye. Ew hemle ji ber ku welatiyan rewşa debar û aboriyê rexne kirin, pêk hat. Nexasim jî piştî hilweşîna nirxê lîreyê Sûriyeyê li hember pereyên biyanî.

(fr)

ANHA