Projeya kişandina avê ji bo Hesekê destpê kir

Desteya Rêveberiya Herêmî ya Herêma Cizîrê ragihand ku wê dest bi projeya kişandina  avê ji gundewarê Amûdê ber bi Hesekê ve kir.

Projeya kişandina avê ji bo Hesekê destpê kir
Projeya kişandina avê ji bo Hesekê destpê kir
Projeya kişandina avê ji bo Hesekê destpê kir
Projeya kişandina avê ji bo Hesekê destpê kir
Projeya kişandina avê ji bo Hesekê destpê kir
3 tebax, 2023   20:13
QAMIŞLO

Komeke endezyar, karmend, pirsporên projeya li gundê Sineq Sedûn ê başûrê Amûdê tev li civîna çapemeniyê bûn.

Hevserokê Desteya Rêveberiya Herêmî ya Herêma Cizîrê Silêman Ereb eşkere kir ku wan dest bi projeyê kiriye û li gor wê dê avê ji başûrê bajarê Amûdê bi rêya xeta Sinceq Sedûn-Kendûr bibin Hesekê. Li gor Ereb, ev proje li herêmê ya yekê ye û gelek girîng e. Ji ber ku xwedî dûrahiyên mirovî, aborî û civakî ye û armanca wê peydakirina avê ji zêdetirî milyonek kes li Hesekê û gundê xeta kişandina avê re ye.

Der barê siyasetên dewleta Tirk a dagirker de Ereb got: “Dewleta Tirk a dagirker piştî Serêkaniyê dagir kir, av ji ser herêmê qut kir û stasyona Elok wek çekekê li dijî sivîlên Hesekê û Til Temirê bi kar tîne.”

Girêdayî hewldanên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ereb wiha anî ziman: “Ji wê demê ve Rêveberiya Xweser hewl dide ku jêderên din ên ji xelkê bajêr û Til Temirê re peyda bike. Piştî gelek nirxandinan ji aliyê navendên lêkolînan, sazî û gerînendeyên avê yên Rêveberiya Xweser ve, diyar bû ku li herêma başûrê Amûdê, av heye. Piştî temamkirina lêkolîn û nirxandinên pêwîst, erêkirina Rêveberiya Xweser I ser projeyê, em îro destpêkirina qonaxa yekemîn a projeyê radigihînin.

Li gorî Ereb proje dê li ser 4 qonaxan bin ;

Qonaxa yekemîn ; kolandina 20 bîran bi kûrahiya 500 metreyan e.

Qonaxa duyemîn; projeya avakirina stasyona derxistina avê ku ji 6 hilmijan û hewzeke 5 hezar metrecab pêk tê.

Qonaxa sêyemîn; anîna kehrebeyê ji Amûdê bi rêya torekê.

Qonaxa çaremîn: kişandina avê bi dirêjahiya 62 kîlometreyan.

Lêçûna projeyê li gorî pêşbînan, 18 milyon dolar e.

Ereb wiha berdewam kir; “Proje di çarçoveya stratejiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ji bo piştgiriya projeyên avê û ragihandina bajarê Hesekê wek bajarekî karesatî ye, hate ragihandin.”

Der barê nirxandina projeyê de Ereb got: “Ev nirxandin ji aliyê pirspor û endezyar, jeolojî yên saziyên Rêveberiya Xweser hatiye amadekirin. Em agahî didin we ku ev proje bandor li hewza avî û bîrên li herêmê nake. Her wiha em spasiya Şaredariya Sineq Sedûn û Komîteya Zanistî dikin li ku cihê xwe di vê nirxandinê û projeyê de girtin. Em hêviya serkeftinê ji Rêveberiya Xweser, cîhanê çavdêr, şîrket û karmendên dê di vê projeyê de kar bikin, dixwazin.”

(şx)

ANHA