Pêşangeha Wênesazên Pêşerojê bi dawî bû

Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê Pêşangeha 2`yemîn a Wênesazên Pêşerojê bi dawî kir ku bi dirûşma “Destên biçûk pêşeroja me xêz dikin” li dar xistibû. Di dawiya pêşangehê de 25 zarokên beşdar hatin xelatkirin.

Pêşangeha Wênesazên Pêşerojê bi dawî bû
Pêşangeha Wênesazên Pêşerojê bi dawî bû
Pêşangeha Wênesazên Pêşerojê bi dawî bû
Pêşangeha Wênesazên Pêşerojê bi dawî bû
Pêşangeha Wênesazên Pêşerojê bi dawî bû
3 tebax, 2023   15:37
TEBQA

Bi dehan nûnerên Rêveberiya Sivîl, partî, tevgerên jinan û malbatên zarokan tev li roja dawîn a pêşangehê bûn.

Endamê Navenda Çand û Hunerê Amir El Inad axivî û bixêrhatina beşdaran kir.

Dûre hevserokê Komîteya Çand û Hunerê ya Tebqayê Elî El Eleya axivî û got: “Em zarokên xwe bi vê boneyê pîroz dikin ku bi rêya wê dikarin fikr û berhemên xwe pêşan bidin. Armanca me ew e ku em behreyên zarokan keşf bikin û peyamekê bidin cîhanê ku zarokên me dê bi hunera xwe li ber xwe bidin û welatê xwe bi rêbaza herî xweşik nîşanî cîhanê bidin.”

El Eleya diyar kir ku wan pêşangeh diyarî zarokên Şengalê kiriye.

Piştre zaroka bi navê Lana Ecem peyamek ji zarokên Şengalê re şand û got: “Em bi we re ne, çi bi serê we hat bi serê me jî hat. Êşa me yek e. Em îro qurbaniyan bi rêzdarî bi bîr tînin.”

Di dawiyê de 25 zarokên ku tev li pêşangehê bûne hatin xelatkirin.

(şx)

ANHA