Di salvegera fermana Şengalê de bangên hesapirsînê ji dewleta Tirk a dagirker

Rêxistin û partiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehîdên fermana 3'yê Tebaxa 2014′an bi bîr anîn û gotin, divê hesab ji faîlên fermanê û dewleta Tirk a dagirker bê pirsîn.

3 tebax, 2023   12:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya salvegera 9′an a fermana 74′an ku çeteyên DAIŞ′ê, piştî reva hêzên PDK′ê ji parêzgeha Şengalê di êrişê de, pêk aniye daxuyanî hatin dayîn û çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin.

Yekitiya Êzidiyan a Kantona Efrîn û Şehbayê li navçeya Ehdasê daxuyaniyek da. Hevserokê yekitiyê Silêman Cafer daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de bang li hêzên navneteweyî hat kirin zextê li dewleta Tirk a dagirker û Iraqê bikin ji bo ku êdî destwerdana li kar û barên Şengalê nekin. Her wiha bang li rêxistinên mirovan hat kirin ku erkên xwe yên mirovî li hember bi hezaran jinên êzidî yên widayî ne, bi cih bînin.

Yekitiyê di daxuyaniya xwe de diyar kir, dibe ku êrişa 3′yê Tebaxa 2014′an ne operayosneke mezin a qirkirina êzidiyan bû û got: "Ev operasyon ya herî xetere bû, ji ber armanca wê ew bû ku êzidî ji kokê ve were hilkirin, da ku planên dewleta Tirk ên bi armanca têkbirina mûzaîka neteweyî ya Kurdî pêk bê û bikare Kurdan bi hêsanî têk bibe.''

Di dawiyê de hate gotin di her fermaneke de ku desthilata Osmanî û yên din pêk anîne tu rêxistinbûyîneke êzidiyan tune bû û îşaret bi van xisusan hatin kirin: ''Lê îro rêxistineke heye ku êzidiyan ji tevahî êrişan diparêze. Artêşek keç û xortên Şengalê heye. Ev artêş amade ye di oxira parastina gelê xwe de canê xwe bide. Her wiha Îdeolojiyek mîna pusîleya şoreşegerî ya gelê heye. Rêveberiyeke şoreşgerî jî heye ku vî gelê ber bi ewlehiyê ve dibe.''

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Tebqayê jî bi heman armancê daxuyanî da. Hevserokê Meclisa Rêveber Mezlûm Omer daxuyanî xwend.  Di daxuyaniyê de fermana li Şengalê  hat şermezarkirin û hate gotin: "Ev ferman li dîroka osmanî ya xwînrij ku hîna qurbaniyên wê winda ne zêde dibe. Li hember vê komkujiyê jî civata navneteweyî bê deng e û weke janosîdekê nas nake.''

Meclisa Malbatên Şehîdan û Dayikên Aştiyê yên kantona Efrîn û Şehbayê jî daxuyaniyek li Kampa Berxwedan a li navçeya Fafînê da.

Di daxuyaniyê de berxwedana YPJ û YPG'ê ya xilaskirina xelkê Şengalê ji qirkirinê hat silavkirin û bang li civata navneteweyî, rêxistinên parstina hiqûqî û olî  hat kirin ku dawî  li zêdegaviyên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê  bînin.

Meclisa Reqa ya Partiya Sûriya Pêşerojê  jî bi daxuyaniyekê şehîdên Şengalê bi bîr anîn  û got, tişta  di 3′yê Tebaxa 2014′an de bûye binpêkirina mafên mirovan û pîvanên exlaqê  ye. Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê bang li civata naveteweyî û rêxistinên têkildarî kir ku erkên xwe bi cih bînin û di serî de dewleta Tirk a dagirker hesab ji tevahî faîlên fermanê bipirsîn.

Li kantona Hesekê, Meclisa Navçeya Til Temirê û Yekitiya Jinên Ermenî fermana 3'yê Tebaxê şermezar kir û bang li cîhanê kir ku berpirsiyariya xwe li hember vê komkujiyê pêk bînin.

Meclisa Navçeya Qamişloyê jî bi daxuyaniyek got divê sûcdar werin cezakirin, şengalî vegerin warên xwe, rêveberiya wan a xweser were parastin, rêbazên parastinê werin pêşxistin û li dijî tevahî projeyên qirkirinê rêxistinbûyîna civakî were xurtkirin

Meclisa Navçeya Til Hemîsê ya Qamişloyê bi daxuyaniyê ferman şermezar kir û bang li hêzên navneteweyî kir ku kesên piştigiriyê didin van komkujiyan ceza bikin û ji bo parastina şaristanî û çandê piştgiriya xelê Şengalê bikin.

Meclisa Navçeya Til Birakê ya Qamişloyê jî daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê endamê meclisê Xewla El Nasir ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de şehîdên Şengalê hatin bibîranîn  û bang li rêxistinên hiqûqî û navneteweyî hat kirin ku tazîmatan bidin kesên ji ber fermanê zirar dîtin. Her wiha banga hesabpirsên ji sûcdaran hat kirin.

Li navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişloyê bi beşdarbûna bi dehan kesî civînek hat lidarxistin. Di civînê de hate gotin, li hemberî siyasetên qirkirinê ku dewleta Tirk a dagirker pêk tîne, divê xelkê Şengalê rêxistina xwe xurt bikin.

Her wiha bang li hêzên navneteweyî hat kirin ku piştgiriyê bidin Şengalê û rêveberiya wê ya xweser nas bike.

Piştî axaftinan sînevîzyonek li ser fermanê û berxwedana YPG, YPJ û gerîlayan a xilaskirina êzidiyan ji pençên DAIŞ'ê hat pêşandan.

(fr)

ANHA 

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/z2LN9_wz1BE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe><iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/vAma8zH1tOg" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>