‘Bi êrişan nikarin projeya neteweya demokratîk têk bibin’

Endamên Kongra Star a navçeya Ehdasê êrişên ser Bakur û Rojhilata Sûriyeyê şermezar kirin û diyar kir ku dê berxwdana xwe mezintir bikin û projeya neteweya demokratîk biparêzin.

‘Bi êrişan nikarin projeya neteweya demokratîk têk bibin’
2 tebax, 2023   07:56
ŞEHBA

Endamên Kongra Star a navçeya Ehdasê ya kantona Efrîn û Şehbayê der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ji ajansa me re axivîn.

Emîne Silêmen êrişên li ser herêmê bi tundî şermezar kirin û got: “Xelkê Efrînê yê ku ji 2018'an an ve li Şahbayê dijî, timî bi êrişan re rû bi rû ye. Di vê dawiyê de dewleta Tirk êrişên xwe li ser Rojava zêdetir kirine. Her wiha cudahiyê naxe navbera pêkhateyan û dixwaze gel careke din koçber bibe.”

Emîne Silêman bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku rê li ber êrişên dewleta Tirk a dagirker bigirin.

Ruqeye Bekir jî êrişên li ser Şêrewa û Til Rifetê şermezar kirin û got: "Em ê heya dawiyê li ber xwe bidin. Êrişên dagirkeriyê nikarin berxwedana me têk bibin."

Zelal Şêxo jî wiha got: “Her tim li ser me êriş têne kirin. Di heman demê de bi dorpêça heyî jî şerê taybet li ser gel bidin meşandin da ku gel ji herêmê derkeve.''

Zelal Şêxo anî ziman ku gelê Efrînê bi israr e ku heya dawiyê berxwedana xwe li Şehbayê berdewam bike.

Hemîde Omer diyar kir ku divê gel bibe yek û li hemberî dagirkeriyê serî hildin û wiha dom da axaftina xwe: “Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li ser hêrêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdetir kirine. Aliyên ku li hemberî van êrişan bê deng in, para wan jî di êrişan de heye. Dewleta Tirk dizane ku nikare tu projeyên xwe bi ser bixe, ji ber vê jî êrişî herêmên me dike û dixwaze projeya neteweya demokratîk têk bibe. Lê em ê projeya neteweya demokratîk biparêzin û êrişên dagirkeriyê têk bibin."

(zş/bb)

ANHA