`Heta xewnên şehîdan pêk neyên em dev ji doza wan bernadin`

Bi sedan şêniyên navçeya Til Birakê sersaxî dan malbata şehîd Weid El Xelûf ku di êrişa balafireke bêmirov a dewleta Tirk de li gundewarê Tirbespiyê şehîd bûye.

`Heta xewnên şehîdan pêk neyên em dev ji doza wan bernadin`
30 tîrmeh, 2023   14:27
QAMIŞLO-TIL BIRAK

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Birakê ya kantona Qamişlo ji bo şehîd Weid El Xelef merasîma sersaxiyê li gundê Simêhan Rojava yê bakur rojhilatê navçeya Til Birakê li dar xist. Bi sedan şêniyên Til Birakê, endamên saziyên sivîl û leşkerî tev li merasîmê bûn.

Di merasîmê de endama Kongra Star a navçeya Til Birakê Ezra El Hisên axivî û sersaxî da malbata şehîd û xelkê navçeyê û got: “Em bejna xwe li ber fedakariyên şehîdan ditewînin ku ji bo ku welat azad be û jin bi rûmet bijîn, kirine.”

Ezraa soz da şehîd Meleke, Reyhan, Yusra û Weid ku li ser şopa wan bin.

Endama Rêveberiya Meclisa Navçeya Til Birakê Xewla El Nasir axivî, rol û nirxê şehadetê û şehîdan silav kir û soz da tevahî şehîdan ku dev ji rêya wan bernade heta ku xewn û xeyalên wan pêk neyê.

Endamê Nivîsgeha Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê Til Birakê Hemûd El Hesanî axivî û got: “Ji bo ku em jiyaneke rûmet bijîn bi sedan şehîdan canê xwe feda kirin û tovên azadiyê li her derê çandin da ku hêviyên nû yên avakirina welateke azad şîn bibe. Em soz didin ku rêya şehîdan mîna Sekîna, Zîlan, Bêrîtan bernedin û fedakariyên wan ji bîr nekin. Em nahêlin Erdoganê faşîst ku vîna jinan bişikîne.”

Dûre wesîqeya şehadeta şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

(şx)

ANHA