Ji ber bahozê 8 kesan li Rûsyayê jiyana xwe ji dest da

Li seyrangeheke Rûsyayê ji ber ba û bahozê 8 kesan jiyana xwe ji dest da û 29 kesên din birîndar bûn.

Ji ber bahozê 8 kesan li Rûsyayê jiyana xwe ji dest da
30 tîrmeh, 2023   13:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Hikumeta Rûsyayê ragihand ku ji ber ba û bahozê li seyrangeheke Komara Mari El li naverasta Rûsyayê ku duh rabûye, 8 kesan jiyana xwe ji dest da û 29 kesên din jî birîndar bûne.

Tîma rewşên awarte yên Rûsyayê di daxuyaniyeke xwe de bi bîr xist ku endamên wê, xebatên rakirina bermahiyên bahozê li Komara Mari El didomînin nemaze li seyrangeha gola Yalçika û rêyên diçin ser wê.

Hikumetê demeke berê ragihandibû ku ji ber ketina daran li ser seyrangehê, di nav de 6 zarok, 24 kesan jiyana xwe birîndar bûne, 6 kesan jiyana xwe ji dest daye. Di nav de zarok hene.

Her wiha ji ber rewşa avhewayê ya nebaş duh li herêma Volga 10 kesan jiyana xwe ji dest daye û 76 kesên din birîndar bûne.

(şx)