Rûsyayê dem û cihê gera 21`an a Astanayê diyar kir

Rayedarekî Rûsyayê eşkere kir ku dê gera 21′an a civînên Astanayê ya têkildarî Sûriyeyê beriya dawiya salê li Kazaxistanê were lidarxistin.

Rûsyayê dem û cihê gera 21`an a Astanayê diyar kir
30 tîrmeh, 2023   08:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî medyaya Rûsyayê, nûnerê taybet ê serokê Rûsyayê yê kar û barên Rojhilata Navîn û Afrîkayê û cîgirê wezîrê karên derve Mikhail Bogdanov ragihand ku dê gera 21′an a Astanayê ya têkildarî Sûriyeyê beriya dawiya salê li Kazaxistanê were lidarxistin.

Bogdanov got, "Hevkarên me yên Kazaxistanê diyar kirin ku ew amade ne hevdîtinên Astanayê dewam bikin. Ji bo lidarxistina gera 21`an a Astanayê beriya dawiya salê di navbera her sê dewletên garantor (Rûsya, Îran, Tirkiye) de lihevkirinek heye.”

Li Kazaxistanê di 20 û 21′ê Hezîranê de gera 20′an a Astanayê ya têkildarî Sûriyeyê hatibû lidarxistin. Di dawiya civînê de nûnerê serokê Rûsyayê yê ji bo Sûriyeyê Alexander Lavrentiev gotibû ev civîna dawî ya Astanayê ku li Kazaxistanê li dar dikeve û civîna bê dê sala din li cihekî din were lidarxistin. Rayedarên Kazaxistanê jî daxuyandibûn ku ev civîna Astanayê dê ya dawî be.

(fr/c)