​​​​​​​′PDK di pişta Kurdan de xencerek e′

Şêniyên Kobanê diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê temamkirina Peymana Lozanê ya li dijî gelê Kurdistanê ye û PDK bi hevkariya di van êrişan de di pişta Kurdan de xencerek e.

​​​​​​​′PDK di pişta Kurdan de xencerek e′
29 tîrmeh, 2023   01:20
KOBANÊ

Li gorî bîlançoya HPG′ê, artêşa Tirk a dagirker di navbera 17, 18, 19 û 20′ê Tîrmehê de 519 caran Herêmên Parastinê yên Medyayê bi tank, top û cureyên çekên giran û qedexekirî kirin hedef. Di wan êrişan de PDK jî hevkar e.

Li hember wan êrişan û hevkariya PDK′ê gel bi hêrs e û rojane li Kurdistanê û ji hêla kurdistaniyên li cîhanê ve çalakî tên lidarxistin.

/kr/uploads/files/2023/07/28/192016_.webp

Têkildarî mijarê welatiya bi navê Emîne Mistefa ya ji Kobanê got êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê yên hemwextî bidawîbûna sedsaliya Peymana Lozanê ne tesaduf in û anî ziman ku ew temamkirina qirkirina Kurdan e ku di sedsaliya Lozanê de bi bin ketine. Lê civata navneteweyî jî li hember van êrişan bê deng e.

Emîne şerê HPG′ê li dijî artêşa Tirk a dagirker, li gorî gelê Kurdistanê bi şerê çarenûsê û şerê hebûnê bi nav kir û wiha domand: "Berxwedana HPG′ê li dijî Komploya Navneteweyî ya bi rêya dewleta Tirk nûnertiya parastina gelê Kurdistanê dike. Divê gelê Kurdistanê li dora HPG′ê bicive û piştgiriyê bide."

/kr/uploads/files/2023/07/28/192155_-.webp

Welatiyê bi navê Xelîl Ehmed jî got êrişên berdewam temamkirina Peymana Lozanê ne û got artêşa Tirk a dagirker û PDK nikarin vîna gelê Kurd têk bibin, ji ber ku gel li dora gerîla civiyaye.

Ehmed bal kişand ser girîngiya hişyarî û bilindkirina têkoşîna di vê qonaxê de û wiha anî ziman: "Li pêş me derfeteke dîrokî heye. Têkçûnên dewleta Tirk a dagirker li ser destê hêzên gerîla dê bi xwe re serkeftinên mezin bîne. Ji bo ku ev yek pêk were, divê em têkoşînê bilind bikin û li pişt hêzên gerîla bisekinin û ji planên dijmin hişyar bin."

Ciwanê bi navê Mihemed Mihemed jî wiha got: “Careke din PDK′ê ji bo şerê li dijî kesên parastina Kurdan û gelên bindest dike, destê xwe kiriye destê dewleta Tirk a dagirker. Ev ne cara yekemîn e ku PDK dikeve xeta xiyanetê. Lê belê ji dema avabûna wê ve di pişta Kurdan de xencerek e."

Mihemed wiha domand: "Tişt PDK dike sûcekî din li qeyda wê ya reş zêde dike. Bêyî xema bandorên pêşerojê bixwe planên dewleta Tirk a dagirker pêk tîne. Bi rêya tevkariya wê bi dewleta Tirk a dagirker re di êrişên li dijî çiyayên Kurdistanê de aşkera dibe ku xema vê partiyê tenê berjewendiyên wê ye û ger li ser hesabê Kurdan be. Ji lew re divê Kurdên li Başûrê Kurdistanê serî li hember wê hildin."

′DIVÊ EM LI KÊLEKA HÊZÊN GERÎLA BISEKININ′

/kr/uploads/files/2023/07/28/192030_.webp

Welatiya bi navê Hemîde Derwêş soz da ku ew ê têkoşîn û berxwedanê bidomînin û got ew yek rêbaza yekane ya gelê Kurdistanê ye ku li hember dewleta Tirk bisekinin, destkeftî werin parastin û serkeftin pêk were.

(fr)

ANHA