​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-7-2023

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-7-2023
26 tîrmeh, 2023   23:00

Telat Yûnis diyar kir ku li hember 100 salî komkujî û êriş 100 berxwedan û fedakarî hatin raberkirin û got divê eniyek ji hemû pêkhateyan were avakirin ku Peymana Lozanê û tevahî peymanên dijberî gelan werin têkbirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şahidekî komkujiya Til Hasil û Til Eranê helwesta hikumeta Şamê li hember komkujiyê şermezar kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Dewleta Tirk a dagirker guhartina demografiya herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî dilezîne. Şêxmûs Ehmed diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi guhartina demografîk a li herêmên dagirkirî û bicihkirina penaberên sûriyeyî, qanûn û pîvanên navneteweyî binpê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Henef li malên bajarê Hesekê, ji dema ku dewleta Tirk a dagirker bajarê Serêkaniyê dagir kiriye ve, zuha bûn. Êdî vegera wê ji bo xelkê bajêr bûye xewnek. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Di salvegera 7`an a Komkujiya Qamişloyê de malbatên şehîdên komkujiyê daxwaza kir ku çeteyên DAIŞ`ê yên komkujî kiriye werin darizandin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li gel krîza aborî ya li Tirkiyeyê, serdana serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan a bo Îmarat, Siûdiyê û Qeterê wek destpêka pêvajoyeke nû ya têkiliyên Tirkiye û welatên Kendavê tê hesibandin. Gelo tiştê ku dijberên duh anîne cem hev çi ne, çarenûsa Îxwanan û helwesta Îran û Îsraîlê çi ye?

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo 46 şehîdên ku di dem û cihên cuda de di Tîrmehê de şehîd bûne, li hola avahiya PYD`ê bi bîr tîne saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo têkildarî diyardeya narkotîkê semînerek li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA