`Tenê bi yekitiya kurdan dê encamên Lozanê têk biçin`

Navenda NRLS`ê têkildarî encamên peymana Lozanê semînerek li dar xist. Beşdarên semînerê destnîşan kirin ku yekitkiya kurdî û xîtaba wî ya siyasî gelek girîng e.

`Tenê bi yekitiya kurdan dê encamên Lozanê têk biçin`
`Tenê bi yekitiya kurdan dê encamên Lozanê têk biçin`
`Tenê bi yekitiya kurdan dê encamên Lozanê têk biçin`
`Tenê bi yekitiya kurdan dê encamên Lozanê têk biçin`
`Tenê bi yekitiya kurdan dê encamên Lozanê têk biçin`
26 tîrmeh, 2023   19:39
QAMIŞLO

Bi dehan rewşenbîr, siyasetmedar tev li semînerê bûn ku li Parka Xwendinê ya Qamişlo li dar ket.

Endama Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Mizgîn Zêdan axivî û behsa encamên peymanê û bandora wê li ser jinan kir û got: “Lozan destpêka pêvajoya qirkirinê, zulmê û koçberkirinê li dijî gelan û gelê Kurd dest pê kir. lê bandora wê herî zêde li jinên kurd bû.”

Di heman çarçoveyê de Mudirê Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk Munzir Şiyar bûyerên dîrokî yên Lozanê vegotin, şîrove kirin û peyman bi “keraset” wesifand.

Der barê şert û mercên heyî de Şiyar got: “Ger em şert û mercên peymanê û yên niha bidin berhev, diyar dibe ku ne wek hevin. Ji ber ku êdî kurd xwedî destkeftî û hêz in. Lê ji bo vejandina xewna dewleta Tirk û Mîsaqê Millî, êrişên dagirkirinê li dijî Kurdistanê berdewam in.”

Şiyar pergala neteweya demokratîk bi erênî nirxand ku mafên tevahî gelan, pêkhateyan, kêmneteweyan û baweriyan diparêze û wiha domand: “Ev pêvajo li me ferz dike ku aliyên kurd bibin yek, kongreyeke nîştimanî ya giştî li dar bixin. Ji bo ku xîtabeke siyasî bidin, hewldanên siyasî, dîplomasî û leşkerî bikin yek û encamên Lozanê bê bandor bikin.”

Dûre beşdaran nêrînên xwe der barê semînerê de parve kirin û teqezî bi yekitiya kurd ji bo sekna li hember siyasetên dijminane, kirin.

(şx)

ANHA