Di salvegera Komkujiya Qamişloyê de daxwaza dadgehkirina sûcdaran

Di salvegera 7`an a Komkujiya Qamişloyê de malbatên şehîdên komkujiyê daxwaza kir ku çeteyên DAIŞ`ê yên komkujî kiriye werin darizandin.

Di salvegera Komkujiya Qamişloyê de daxwaza dadgehkirina sûcdaran
26 tîrmeh, 2023   23:37
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Sibeha 27`ê Tîrmeha 2016`an li taxa Xerbî ya Qamişloyê çeteyên DAIŞ`ê kamyoneke bombebarkirî teqand û li dijî xelkê bajêr komkujî pêk anî. Di komkujiyê de 62 kes şehîd bûn û zêdetirî 176 kesan jî birîndar bûn. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 10`ê Hezîranê de ragihandibû ku ew ê dest bi darizandina çeteyên DAIŞ`ê yên biyanî bike.

Der barê mijarê de malbatên şehîdên Komkujiya Qamişloyê ji ajansa me re axivîn.

/kr/uploads/files/2023/07/26/193710_merdiya-ehmed.webp

Mihemed Seîd Mihemed (60) dema ji karê xwe vedigeriya malê di teqînê de bi giranî birîndar bibû û 7`ê Tebaxê şehîd bibû. Hevjîna şehîd Mihemed, Merdiya Ehmed hîna jî êşa wê rojê dikişîne.

Merdiya Mihemed destnîşan kir hindik be ji bo kêmkirina êşa wan pêwîst e hesab ji berpirsiyaran were pirsîn û bal kişand ser darizandina çeteyan. Merdiyayê got: “Bi qasî êşa dilê me bila dilê wan jî biêşe. Wan çeteyan gelek zirar da welatê me, divê li gorî sûcên xwe bên darizandin.”

/kr/uploads/files/2023/07/26/193655_bedriya-osman.webp

Mihemed Osê (29) jî ku di dema êrişê de li dikaneke nêzî cihê teqînê kar dikir, tevî hevalên xwe şehîd bû. Dayika wî Bedriya Osman kêliyên bihîstina agahiya şehadeta kurê xwe wiha vegotin: “Dema min bihîst ez bi hawarê ve çûm. Me şehîdên xwe ji dikanê derxistin lê hîna jî min yeqîn nedikir ku kurê min şehîd bûye û me ew li gelek nexweşxaneyan gerand.”

Bedriya xwest ku çete werin darizandin û got: “Xwezî wan li pêş çavên me bikujin, wê piçekî bêhna me fireh bibe. Divê bên darvekirin.”

Şehîdekî din ê komkujiyê jî endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Luqman Xelef (20) e ku kurê yekane yê malbata xwe bû. Dayika wî Semîra Xelîl roja komkujiyê wekî rojeke zehmet û biêş bi nav kir.

Semîre jî bal kişand ser darizandina çeteyên DAIŞ`ê û diyar kir ku biryara Rêveberiya Xweser a der barê çeteyan de biryareke di cih de ye.

(c)

ANHA