Hewldanên bidawîkirina şerê li Sûdanê

Şerê li Sûdanê di roja xwe ya 100`emîn de dewam dike. ‘Hêzên Azadî û Guhertinê’ daxuyand ku ji bo bidawîkirina şer îro û sibê li Misirê civînekê li dar dixe.

Hewldanên bidawîkirina şerê li Sûdanê
24 tîrmeh, 2023   11:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Şerê artêşê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn ku keta roja xwe ya 100`emîn hîna jî li gelek parçeyên Sûdanê dewam dike.

Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Sûdanê, ji ber şer zêdetirî hezar û 136 kes hatine kuştin. Lê tê texmînkirin ku hejmar zêdetir be.

Şer li paytexta welat, rojava û başûrê welat dewam dike. Tevgera Gel a Rizgariya Sûdanê jî hewl dide dest deyne ser herêmên li bakurê Sûdanê.

Li aliyê din, ‘Hêzên Azadî û Guhertinê’ jî ku xwe wek navbeynkar nîşan dide, diyar kir ku ew ê îro û sibê li Misirê ji bo bidawîkirina şer civînekê li dar bixe.

Hêzên Azadî û Guhertinê hêzeke siyasî ya Sûdanê ye, ji Kombûna Pîşesazan, Eniya Şoreşgerî, Hevbendiya Hêzên Lihevkirina Nîştimanî, Bloka Kombûna Federal a muxalefetê û blokên Hêzên Nîdaa Sûdan pêk tê.

(c)