Panorama hefteyê: Erdogan di navbera rojhilat û rojava de heyirî maye

Tevgerên dawîn li Tirkiyeyê, têkiliyên Enqere bi Rûsya û rojava re, her wiha şerê li Ukranyayê mijarên rojnameyên erebî yên hefteya borî bûn.

Panorama hefteyê: Erdogan di navbera rojhilat û rojava de heyirî maye
23 tîrmeh, 2023   04:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Serdana serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan a li welatên Kendavê di çapemeniya erebî de rojeveke sereke bû.

Rojnameya El Ereb der barê mijarê de bi sernavê “Erdogan ji bo rizgarkirina aboriya welatê xwe ya têkçûyî dev ji dirûşman berdide” nûçeyek weşand.

Di nûçeyê de hat diyarkirin ku başbûna têkiliyên Îmarat û Tirkiyeyê û serdanên serokên her du dewletan, şenseke nû daye Erdogan, ji bo ku tiştê di pêvajoya dirûşman û hemleyên li dijî dewletên herêmê de ji dest dane, vegerîne. Di nûçeyê de hat gotin piştgiriya Qeterê ji bo Erdogan nikare aboriya têkçûyî ya welatê wî rizgar bike.

TÊKILIYÊN TIRKIYE-RÛSYAYÊ Û YÊN TIRKIYE-ROJAVA

Rojnameya Şerq El Ewsat jî der barê têkiliyên Rûsya-Tirkiyeyê de bi sernavê “Tirkiye di navbera Rûsya û Rojava de heyirî ye” nûçeyek belav kir.

Rojnameyê di nûçeya xwe de cih da nirxandinên şîrovekar û nivîskarê rûsî Reslan Sileymanov ên “Moskov niha nikare têkiliyên xwe bi Enqereyê re xirab bike. Enqere jî vî tiştî naxwaze, ji ber ku ji rola navbeynkarê di navbera Rûsya û hêzên rojavayî de sûdê werdigire. Meyla Erdogan bi aliyê Rojava ve ji ber faktorên hundirîn e, di serî de jî aloziya kûr ku sermayeya biyanî (rojavayî) lê ferz dike.”

Rojnameya El Exbar a Lubnanê jî li ser heman mijarê wiha nivîsand: "Rûsya û Tirkiyeyê hev du li dijî Rojava bi kar tînin. Ji ber ku Erdogan di krîza xwe ya hundirîn de xeniqî ye, meyla wî ber bi Rojava ve ye û ji lawaziya rejîma Rûsyayê piştî dijberiya Wagnerê metirsîdar e û naxwaze hêka xwe bixe nava selika Pûtîn.''

Rojnameyê diyar kir ku rêveçûna têkiliyên Tirkiyeyê bi hêzên rojavayî û Rûsyayê re bi pêkanîna sozên ji Erdogan re têkildarî dosyaya namzetbûna Tirkiyeyê ji bo endamtiya Yekitiya Ewropayê (YE) û pêşeroja hevkariya leşkerî di navbera Washington û Enqereyê de girêdayî ye. Dê hevdîtina Erdogan-Pûtîn a bê li ser pêşeroja têkiliyên siyasî û şexsî yên di navbera her duyan de be."

′ÇARENÛSA LIHEVKIRINA DEXL Û DANAN′

Têkildarî lihevkirina dexl û danên Ukraynayê rojnameya Şerq El Ewset wiha nivîsand: "Dibe ku lihevkirina dexl û danan heta 2 hefteyên din anku heta bidawîbûna lûtkeya Rûsya-Afrîkayê taloqkirî be. Ew lûtke dê li bajarê St. Petersburg ê Rûsyayê di 27-28′ê Hezîranê de bê lidarxistin û dibe ku taloqkirin heta serokê Tirkiyeyê û Rûsyayê di Tebaxa bê de hev bibînin, bimîne.

Diyar e Rûsya ji bo lihevkirinên di dirêjahiya salekê de li gorî xwe bi kar bîne, bi bin ket. Di heman demê de jî nekarî guhartinê di hevsengiya hêzê de çêke. Pûtîn texmîn dikir ku dê lihevkirin bihêle welatê wî serweriyê li Ukrayna û Rojava bike. Lê tiştê bûye, ew e ku Moskov bû şirîkê fermî di lihevkirinê de."