​​​​​​​Kîjan çêtir e...Daişkirina zarokên biyanî yan jî perwerdekirina wan-GÎVARA ŞÊX NÛR

​​​​​​​Kîjan çêtir e...Daişkirina zarokên biyanî yan jî perwerdekirina wan-GÎVARA ŞÊX NÛR
23 tîrmeh, 2023   01:46

NY′yê, nûnerên wê û rêxistinên navneteweyî yên girêdayî wê careke din îsbat kir ku ew nikarin dosya û dozên xwedî girîng û xeterî li ser hemû dewletên cîhanê binirxînin; dosyaya malbatên çeteyên DAIŞ′ê yên biyanî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne. Ruxmî kêmasiya civata navneteweyî di çareserkirina vê dosyayê de, lê yek ji nûnerên NY′yê bêyî zanîna xeteriya wan, cudakirina zarokan ji dayikên wan şermezar kir. Gelo armancên Rêveberiya Xweser ji cudakirina wan çi ne?

Çer ku Rêveberiya Xweser û aliyên berpirs ên Kampa Holê û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) hişyarî da ku Kampa Holê jîngeheke guncaw a ji nû ve avakirina "Xîlafeta DAIŞ′ê" ye. Ji ber ku nifşekî nû tê gihandin û xeteriya wê ji DAIŞ′ê niha zêdetir e û êdî mayîna li ber teqînê ye û dê bi teqînê re karesatan çêke, ne tenê li herêmên Rêveberiya Xweser lê belê li tevahî cîhanê.

QSD′ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn berpirsiyariya têkçûyîna DAIŞ′ê ku xeteriyek li ser tevahî cîhanê çêdikir hilgirt ser xwe, her wiha Rêveberiya Xweser a Bakur û rojhilatê Sûriyeyê jî hemû hewldanên xwe dike ku careke din DAIŞ′ê çalak nebe û hîna bang li dewletan dike ku DAIŞ′iyên xwe ji jin, mêr û zarokan vegerînin; ji ber ku ger welatan wan vegerandina wan red kir, dê bihêle careke din DAIŞ zindî be û xeternaktir be. Lê piranî dewletên têkildar vê yekê paşguh dikin û dê bi demê re bibin mayîneke li ber teqînê û dewletên red kirine van DAIŞ′iyan û malbatên wan vegerînin berpirsiyar bin.

Ji bo pêşî li teqîna wê mayînê bê girtin û xeteriyên li kampê bên sivikkirin, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSD′ê gelek hemle li Kampa Holê dan destpêkirin. Bi wê re gelek xendek, navendên perwerdekirina DAIŞ′ê, girtîgeh, alavên îşkencekirin, qetilkirin û cebilxane dîtin, gelek şaneyên DAIŞ′ê yên veşrartî û yên biguman girtin. Ji wê zêdetir li kampê gelek kiryarên qetilkirin û isyana jinên DAIŞ′ê çêbûn. Li gorî gelek raporên cîhanê dîmenên zarokên li Kampa Holê ku li ser serjêkirina pisîkan û kuçikan perwerde dibin hatine belgekirin, da ku rê li pêş leşkerkirina wan di nava DAIŞ′ê de vekin.

Raportera taybet bi NY′yê Fionnuala Ni Olin duh cudakirina xortan ji dayikên wan ên li kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir, lê bandorên wan ên neyênî û karesata hebûna van zarokan bi dayikên xwe yên DAIŞ′î re paşguh kirin. Li Kampa Holê nifşekî tundraw tê gihandin; jinên DAIŞ′î îdelojiya DAIŞ′ê di mejiya wan zarokan de diçînin. Gerînendeyê Navenda Ragihandinê ya QSD′ê Ferhad Şamî jî di daxuyaniyên xwe yên berê de gotibû ev zarok nifşekî nû ya DAIŞ′ê ne, ji ber ku ji her kesên serdana kampê dikin re dibêjin em ê we "serjê bikin" û diruşmên silavkirina DAIŞ′ê û îdeolojiyên wê diavêjin.

Pispora navneteweyî hincet girt ku tu bingeheke qanûnî ya cudakirina van zarokan ji dayikên wan tune ye, lê bangên Rêveberiya Xweser ên vegerandina DAIŞ′ê û zarokên wan ji welatên wan re paşguh kirin, ji bilî wê jî hewldana Rêveberiya Xweser a jinûve perwerdekirina van zarokan di navendên taybet de da ku di pêşerojê de careke din nebin DAIŞ′î jî paşguh kir.

Zarokên raportera taybet bi NY′yê îdia dike û parastina wan dike, jinên DAIŞ′î wan li ser îdeolojiya DAIŞ′ê ya tundraw perwerde dikin da ku bikin nifşekî nû yê DAIŞ′ê. Li kempê bi destê van zarokan gelek sûcên kuştinê hatin belgekirin.

Her wiha raporterê madeya 9′an a peymana mafên zarokan a NY′yê paşguh kir. Naveroka wê madeyê "Nabe zarok ne li gorî daxwaza dê û bavan were cudakirin, ji bilî dema ku rayedarên pispor, li gorî qanûn û tedbîrên guncaw, bi şertê çavdêriya dadwerî, biryar bidin ku veqetandinek wiha ji bo parastina berjewendîyên herî baş ên zarokan pêdivî ye."

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dît ku ji berjewendiya herî baş a zarokan ji dayikên xwe yên DAIŞ′î werin cudakirin, da ku wan zarokan biparêzin û ji fikra tundraw bi dûr bixin û da ku di pêşerojê de nebin DAIŞ′î û xeteriyekê ji xeteriya xîlafetê mezintir çênekin.

Ev yek, gelek dewletên cîhanê dike, dewlet zarokan ji malbatên wan bi dûr dixin. Ew jî ger dewletan dît xeteriyek li ser nebaşiya perwerdekirina wan heye. Lê ji ber ku malbatên DAIŞ′ê zarokên xwe li ser metoda tundrawî perwerde dikin û wan amade dikin ku di pêşerojê de rêça wan bişopînin, wê demê mejî û mentiq dibêje li pêş wan xeteriyan bisekine û van gefên li ser mafên zarokan ku li ser fikra tundrawa tên perwerdekirin qut bike. Ji ber ku di pêşerojê de ne tenê xeteriyek li ser Sûriyeyê ye, lê belê li ser tevahî mirovahiyê ye.

 (fr)