ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-07-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-07-2023
22 tîrmeh, 2023   23:00

-Li Îmraliyê ji têgînên herî zêde li ser wan ponijîm û min mitale kir desthilatdarî û dewlet ‎in. Her ku min fêhm kir ev herdu têgîn bi roleke çawa di têkiliyên Kurd û Tirkan de ‎rabûne, min pirr bi xurtî his kir ku divê ez çareseriyên pratîk ên berbiçav bibînim. Min ‎xwe hewce his kir ku ez rêxistinkirina desthilatdarî û dewletê bi awayekî giştî û di ‎têkiliyên Kurd û Tirkan de bi qasî hezar salan heta bi Hîtîtan lêbikolim. (BI WÊNE)

- Jinên Heleb û Kobanê got Rêber Abdullah Ocalan ramaneke durist daye gelê xwe, ji ber vê ‎yekê gel pê ve girêdayî ye. Jinan anîn ziman ku ew ji bilî azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ‎tu alternatîfên din qebûl nakin.‎ (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Lêkolînerê iraqî Ciwad El Beydanî got Peymana Lozanê li ser bingeha berjewendiya aborî û ‎zaîfxistina siyasî dewlet parçe kirin. El Beydanî diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan behsa doz û ‎krîzên gelê herêmê ji ber êş dikişînin kir û jê re çareserî danîn. ‎‎(BI WÊNE)‎

- NY′yê, nûnerên wê û rêxistinên navneteweyî yên girêdayî wê careke din îsbat kir ku ew nikarin ‎dosya û dozên xwedî girîng û xeterî li ser hemû dewletên cîhanê binirxînin; dosyaya malbatên ‎çeteyên DAIŞ′ê yên biyanî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne. Ruxmî kêmasiya civata ‎navneteweyî di çareserkirina vê dosyayê de, lê yek ji nûnerên NY′yê bêyî zanîna xeteriya wan, ‎cudakirina zarokan ji dayikên wan şermezar kir. Gelo armancên Rêveberiya Xweser ji ‎cudakirina wan çi ne?‎ ‎‎(BI WÊNE)‎

- Tevgerên dawîn li Tirkiyeyê, têkiliyên Enqere bi Rûsya û rojava re, her wiha şerê li Ukranyayê ‎mijarên rojnameyên erebî yên hefteya borî bûn.‎ ‎‎(BI WÊNE)‎

- Wezareta Kar û Barên Koçberan a Lubnanê biryara Parlamentoya Ewropayê ya ji bo mayîna ‎penaberên sûriyeyî li Lubnanê, wek “Lubnan mêtingeheke Yekitiya Ewropayê be” bi nav kir. Gelo ‎sedema vê acizbûnê çi ye? Çarenûsa penaberên sûriyeyî yên li Lubnanê çi ye? Beyannameya ‎Rêveberiya Xweser ji bo vê pirsgirêkê ne çareserî ye?‎ ‎‎(BI WÊNE)‎

-Yekitiya Jinên Ciwan a Minbicê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşekê li dar dixe, meş ji Çerxerêya Mîzan dest pê dike. Saet 9:30. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê ji bo gerîlayê HPG′ê Mihemed Ebdulezîz konê sersaxiyê vedigire. Saet 10:00′an. ‎(BI WÊNE Û DÎMEN)‎

-Bi diruşma "Em hêviya pêşerojê ne" Mîrîcana Kulîlkên Zarokatiyê ya 4′emîn li hola Tac a li başûrê Reqayê li dar dikeve. Saet 10:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şaredariyên gel ên navçeyên Dêrik, Amûdê û Çilaxa ên Qamişloyê civînan ji şêniyan re li dar dixe. Tê de saziyên xizmetguzariyê raporên xwe yên 3 mehan dixwînin, li gilên şêniyan guhdar dikin. Civîn li Navenda Dicle ya Çand û Hunerê ya Dêrik, li Hola PYD′ê ya Çilaxa û li Navenda Hûrî ya Çand û Hunerê ya Amûdê saet 10:00′an li dar dikevin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê civîneke girseyî li Hola Meclisa Qanûnsaz a Tebqayê ji nîqaşên li ser pêşdeçûnên siyasî û rola jinan di civakê de li dar dixe. Saet 10:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA