​​​​​​​Yekitiya Rewşenbîran a Cizîrê şehîd Rûken Oso bi bîr anî

Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê şehîd Rûken Ebdulxenî Oso di salvegera wê ya 7′an de bi bîr anî.

​​​​​​​Yekitiya Rewşenbîran a Cizîrê şehîd Rûken Oso bi bîr anî
22 tîrmeh, 2023   20:08
HESEKÊ

Di merasîma bîranînê de malbata şehîd Rûken, endamên Yekitiya Rewşenbîran, endamên saziyên sivîl û şênî amade bûn. Merasîm li Parka Xwendinê ya Hesekê hate lidarxistin.

/ar/uploads/files/2023/07/22/192452_mhmd-bshyr-28medium29.webp

Di merasîmê de endamê Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Mihemed Beşîr axivî û wiha got: "Rûken ji damezrînerên Yekitiya Rewşenbîran a Hesekê bû, ji welat, berxwedan û fedekariyê hez dikir."

Beşîr wiha domand: "Şehîd Rûken ji malbateke welatparêz e. Ji me tê xwestin ku em hêvî û armancên şehîd Rûken û hevrêyên wê pêk bînin."

/ar/uploads/files/2023/07/22/192437_abd-alghny-awsw-28medium29.webp

Li aliyekî din jî bavê şehîd Rûken, Ebdulxenî Oso axivî û wiha got: "Bi saya şehîdên di oxira parastina pêkhateyên herêmê ji qirêjiya terorê de destkeftiyên Şoreşa Rojava pêk hatin."

Ebdulxenî Oso da zanîn ku bi navê yek ji şehîdan navê şehîd Rûken hate lêkirin û navê wê yê tevgerî Rûken Mêrxas e û Mêrxas jî ji Bakurê Kurdistanê ye û li Rojava şehîd bû.

Oso wiha dawî li gotina xwe anî: "Ji biçûkaniya xwe de şehîd Rûken di xwendina xwe û erkên xwe de jêhatî bû. Peymangeha pîşeyî û fakulteya hiqûqî xwendiye. Piştî destpêkirina şoreşê tev li YPJ′ê bû ku pêkhateyên herêmê biparêze."

Bi sînevîzyonekê li ser jiyana şehîd Rûken merasîm bi dawî bû.

Şehîd Rûken di hemleya rizgarkirina Minbicê 2016′an de şehîd bûbû.

(fr)

ANHA