​​​​​​​CPT: Hikumeta Başûr dadgehê ji bo bêdengkirinê bi kar tîne

CPT’yê têkildarî darizandina rojnamevan Şêrwan Şêrwanî diyar kir “Hikumeta Herêma Kurdistanê, dadgehê ji bo bêdengkirina azadiya fikir û raman bi kar tîne. Umêd Beroşkî bi biryara Mesrûr Barzanî hate berdan, wê demê biryara destgîrkirinê jî Mesrûr Barzanî dabû.”

​​​​​​​CPT: Hikumeta Başûr dadgehê ji bo bêdengkirinê bi kar tîne
22 tîrmeh, 2023   11:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 20’ê Tîrmehê de Dadgeha Hewlêrê bi tawana ‘sextekariyê’ 4 sal cezayê girtîgehê li rojnamevan Şêrwan Şêrwanî birî.

Rêxistina Tîmên Avakirina Aştiya Civakê ya Amerîkayê (CPT) der barê mijarê de li Silêmaniyê daxuyaniyek da. Di daxuyaniya çapemeniyê de endamê CPT’iyê Julian Floyd axivî.

Floyd da zanîn ku di dema dadgehkirina Şêrwanî Şêrwanî de binpêkirin hebûn, ji ber ku dadgeh vegerandibûn leşkergehê û got: “Zêdetirî 15 leşker û çekdar di nava hola dadgehê de amade bûn, her wiha zêdetirî heman hejmarê jî li derve bûn. Wê çawa kesek di vê rewşê de bikare parastina xwe bike, çawa wê bikare di nava hola dadgehê de xwe aram hîs bike? Dadgehkirina Şêrwanî ne bi edalet bû, parêzerên Şêrwanî nekarîn beriya dadgehê dosyaya lêpirsînê bibînin.”

Flody got Hikumeta Herêma Kurdistanê dadgehê ji bo bêdengkirina azadiya fikir û karê medyayê bi kar tîne.

Floyd her wiha got: “Umêd Beroşkî di mala xwe de hate revandin û bi biryara Mesrûr Barzanî jî hate berdan. Ger biryara berdanê bi destê Mesrûr Barzanî be, wê demê biryara destgîrkirinê jî bi destê Mesrûr Barzanî ye. Ev jî tê wateya wê ku dibêjin em dikarin bêyî biryara dadgehê xelkê destgîr bikin û birevînin.”