Li peravên Mexribê 6 penaber xeniqîn

Li peravên Mexribê 6 penaberan jiyana xwe ji dest da û 47 jî hatin rizgarkirin

Li peravên Mexribê 6 penaber xeniqîn
22 tîrmeh, 2023   10:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Mexirbê (MAP), li peravên Mexribê keştiyeke penaberan noqî avê bû. Di encamê de bi kêmanî 6 penaberan jiyana xwe ji dest da û 48 penaber jî rizgar bûne.

Li peravên Tûnis, Mexrib û Îtalyayê bûyerên noqbûna keştiyên penaberan dubare dibin. Di meha borî de berdevka Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî ya Îtalyayê Kier Cardoletti diyar kiribû ku ji ber noqbûna keştiyê, derdora 40 penaberan li nêzî girava Lampedusa ya Îtalyayê xeniqîn.

(bb)