Li herêmên dagirkirî kesekî din hat kuştin

Li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên Heyet Tehrîr El Şam de, bazirganekî motorsîklêtan ji aliyê çekdarên nenas ve hat kuştin.

Li herêmên dagirkirî kesekî din hat kuştin
22 tîrmeh, 2023   10:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), li herêma Wadî Xezal ku li nava kampên Qah ên bakurê Idlibê dikeve, bazirganekî motorsîklêtan ji aliyê çekdarên rûgirtî yên nenas ve hat qetilkirin. Her du çekdarên rûgirtî jî reviyan.

Li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de tevlihevî û rewşa ewlehiyê ya xirab serwer e. Dagirker ji bo koçberkirinê zextê li şêniyên herêmê dikin. Hemwextî wê jî penaberên sûriyeyî yên li Tirkiyeyê ji bo guhertina demografiya herêmê bi darê zorê li wan herêman tên bicihkirin.

(c)