Şêniyên Qamişlo: Em serî ji siyasetên bêdengkirina fikra azad re natewînin

Şêniyên Qamişlo diyar kir ku armanc ji nameyên gefxwarinê yên li dijî Rêber Abdullah Ocalan re bêdengkirina fikra azad e û wiha got: "Em serî ji mîna van siyasetan re natewînin û em ê li hember wê têkoşîna xwe mezin bikin."

Şêniyên Qamişlo: Em serî ji siyasetên bêdengkirina fikra azad re natewînin
18 tîrmeh, 2023   23:15
QAMIŞLO

Endamê Konseya Rêber a KCK′ê Sebrî Ok ji kanala Strêk TV re axivibû û gotibû dewleta Tirk û rêveberiya girtîgeha Îmraliyê nameyên gefxwarinê yên bênav û bênavnîşan radestî Rêber Abdullah Ocalan kirine. Di vê çarçoveyê de pêkhateyên Qamişlo got ew ê li dijî siyasetên tecrîdê û îşkenceya li dijî Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê mezin bikin.

/kr/uploads/files/2023/07/18/201019_.webp

Welatiyê bi navê Ciwan Hesen ê ji pêkhateya Kurd a li Dêrikê siyasetên tecrîdê û îşkenceya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û got: "Nameyên gefxwarinê yên bênav û bênavnîşan ên radestî Rêber Abdullah Ocalan hatine kirin, ji bo dengê fikra azad qut bikin."

Hesen wiha domand: "Li hember van siyasetan em ê vîna xwe xurt bikin û li hember siyasetên dewleta Tirk ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan bisekinin û têkoşîna xwe mezin bikin."

/kr/uploads/files/2023/07/18/201047__1.webp

Li aliyekî din jî welatiyê ermenî Nûbar Kênco bêdengiya hêzên navneteweyî li hember kiryarên dewleta Tirk û bikaranîna wê ji zimanê gefxwarinê re li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir  û siyasetên dewleta Tirk bi dermirovî wesif kirin.

/kr/uploads/files/2023/07/18/201034_-.webp

Welatiyê ji gundê Yenat ê girêdayî Til Hemîsê Şemsedîn Bediredîn ê ji pêkhateya Ereb siyasetên desthilatên Tirkiyeyê yên li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û wiha got: "Armanc ji êrişên li dijî Rêber Abdullah Ocalan di şexsê wî de vîna gelên azadîxwaz bikişînin."

Bediredîn wiha domand: "Êrişên we li pêş berxwedan û têkoşîna me nabin bend, ji ber ku me xwe spartiye fikrên Rêber Abdullah Ocalan."

/kr/uploads/files/2023/07/18/201102_.webp

Welatiya bi navê Wesfiye Mûsa jî ya ji pêkhateya Kurd soz da ku ew ê têkoşînê bilind bikin û heta pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî li dora Rêber Abdullah Ocalan bicivin."

(fr)

ANHA