Pispor û nivîskarên Misirê: Şoreşa Rojava ji bo tevahî herêmê nimûneyek îlhamê ye

Pispor û nivîskarên Misirê salvagera Şoreşa 19′ê Tîrmehê li tevahî sûriyeyiyan pîroz kir û got şoreşê modelek baş ji bo tecrûbeyên xwerêvebirinê li herêmê pêk anî; modela Rêveberiya Xweser, her wiha anî ziman ku dibe ku ev modelek ji piranî krîzên li dewletên herêmê bibe çareserî.

Pispor û nivîskarên Misirê: Şoreşa Rojava ji bo tevahî herêmê nimûneyek îlhamê ye
19 tîrmeh, 2023   01:49
QAHÎRE-MUHSIN EL MISIRÎ

Geê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê salvegera 11′an a Şoreşa 19′ê Tîrmehê ku ji pêkhateyên gelê Sûriyeyê destpêka nû be û nexşerêya şerê li Sûriyeyê guhart, pîroz dike.

Piştî 11 salan ji destpêkirina şoreşê, Şoreşa 19′ê Tîrmehê ku çirûska wê ji bajarê Kobanê de bû û li tevahî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bû, tiştekî cudayî şoreşên li herêmê pêk anî. Her wiha herêmê hin berhemên şoreşê bi dest xist, hêzên leşkerî ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biparêzin hatin avakirin, rêveberiyên xweser hatin avakirin; gelê wê bi rê ve dibe. Pêngaveke fikrî, çandî û perwerdehî li herêmê hate nûkirin û tê de sûriyeyî bi hemû etnîk, ol û mezbehên xwe beşdar bûn û li ser rêgeza neteweya demokratîk bi hev re dijîn.

Pisporên misirî ji ajansa me re axivîn û salvegera Şoreşa 19′ê Tîrmehê li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz kir û got Şoreşa Rojava gelek saktorên gelê Sûriyeyê parastin û li hember terorê sekinî û rola wê di parastina xaka Sûriyeyê de girîng û mezin bû.

Pisporan serkeftina Rêveberiya Xweser ji gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk aniye pîroz kir û got ew yek ji berhemên Şoreşa 19′ê Tîrmehê ye û tecrûbeyeke baş ji bo Rojhilata Navîn e.

MODELEKE ÎLHAMKER E

/kr/uploads/files/2023/07/18/200850_-.webp

Nivîskar û dîroknasê misirî Elî Ebû El Xêr ji ajansa me re li ser mijarê wiha got: "Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nûnertiya modelek îlhamker di tecrûbeyên xwerêvebirinê li herêmê de dike."

Ebû El Xêr wiha domand: "Dibe ku Şoreşa 19′ê Tîrmehê ji şoreşê kêm li Rojhilata Navîn çêbûne û karên armancên xwe pêk bianiya. Rewşa heyî teqez dike ku tecrûbeya Rêveberiya Xweser tecrûbeyeke serkeftî ye, divê were kûrkirin û parastina wê were kirin."

Ebû El Xêr diyar kir ku hebûna Rêveberiya Xweser hişt ku gelek xwestên gelê Sûriyeyê bi hemû etnîkên xwe pêk bên û li hember dewleta Tirk a dagirker sekinî û ewlehiya herêmê parast, her wiha Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) jî roleke mezin di têkbirina terora bi nûnertiya DAIŞ′ê de lîst.

Ebû El Xêr wiha pê de çû: "Ne ji Rêveberiya Xweser bûya ku di gelek şer, astengî û gefan de bi ser ket, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tişt tune bû. Her wiha Rêveberiya Xweser gelek destkeftiyên çi li hundirê Sûriyeyê yan jî li hin dewletên cîranê pêk nehatine, bi dest xistin."

Têkildarî derfeta dubarebûna rêveberiyên xweser li herêmên din Ebû El Xêr wiha got: "Li tevahî herêma Ereban rewşeke siyasî ya tevlihev heye, ev ne ji îro de ye, ji demeke dirêj ve ye. Lê di 10 salên dawî de zêde bû. Li kêlek wê jî li hember gelê herêmê krîzên mezin heye, hêzên biyanî serweriyê li xêr û bêrên wê dike. Ew jî dihêle firkra rêveberiya xweser di vê demê de zehmet be."

PROJEYEKE SERKEFTÎ YE

/kr/uploads/files/2023/07/18/200832_.webp

Nivîskar û şîrovekarê siyasî Îbrahîm Şaban li ser mijarê wiha got: "Tecrûbeya xwerêvebirinê li welatên ereban hîna di tecrûbeya nûkirinê de ye û negihaştiye û pêdiviya wê hîna bi tecrûbeya demokrasî ya resen heye ku were damezrandin."

Şaban ji ajansa me re wiha domand: "Civakên Ereban hîna jî êşên demagojiyeke xam, sûcdarkirin û klîşeyan in û li dijî tecrûbeya xwerêvebirinê û rêveberiyên xweser li herêma Ereban amade ne."

Li gorî Şaban, tecrûbeya Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ruxmî nû ye, serkeftî ye. Ew mîna tecrûbeya li Kurdistana Iraqê ye.

Şaban wiha gotina xwe dewam kir: "Ruxmî hemû tawanên li dijî Rêveberiya Xweser, lê ew bi hemû pîvanên xwe tecrûbeyeke serkeftî ye. Bi taybet di nûnertiya hemû pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de serkeft û tu etnîk an jî ol anjî mezhebek ji hev cuda nekir."

Şaban destnîşan kir ku tu astengî li pêş tecrûbeyeke mîn tecrûbeya Rêveberiya Xweser li herêma Ereban pêk bê, tune ye û dibe ku bi ser bikeve yan jî bi bin bikeve. Lê pîvanê bingehîn ew e ku divê dûrî îxanet, ajantiyê be û divê xema wê ya bingehîn pêşketina civakê be.

Nivîskar Şaban wiha dawî li gotina xwe anî: "Dibe ku tecrûbeya Rêveberiya Xweser bibe çareya herî guncaw ji krîzan re mîna Sûriyeyê, Yemen û Lîbyayê. Lê divê yekitiya dewletan were parastinê, dewlemendiyên gelên wan werin parastinê û li pêş rejîmeke desthilat a nû were sekinandin."

(fr)