​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-7-2023`YAN

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-7-2023`YAN
17 tîrmeh, 2023   23:00

Berdevka Însiyatîfa Nûn a Azadiya Ocalan diyar kir ku dewleta Tirk bi kirinên xwe yên li dijî Rêber Abdullah Ocalan madeyên 7 û 10'an ên Peymana Mafên Sivîl û Siyasî ya Navneteweyî binpê dike û ev binpêkirin wek “lûtkeya têkçûna syiasî” pênase kir. (Bi wêne û dîmen)

Li ser esasê Şoreşa 19'ê Tîrmehê ku şoreşa guhertina zîhniyeta civakê ye, gelek akademiyên bîrdozî hatin vekirin da ku armancên şoreşê bigihînin serî. (Bi wêne û dîmen)

Du rêxistinên jinan diyar kirin ku Şoreşa 19`ê Tîrmehê ku bi Şoreşa Jinê tê nasîn ne tenê ji bo jinên Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, lê belê plan û projeyên wan ji bo tevahî jinên Sûriyeyê û Rojhilata Navîn e. (Bi wêne û dîmen)

Efrîna warê xwedawendan bû û mala Pûdûhepayê keça xwedawenda rojê Hepatê bû. Lê dagirkeran niha dagir kiriye û hewl didin hemû şopên çanda xwedawendan li wî bajarê kevnar tune bikin.

Meclisa Herêma Rojavayê Dêrazorê li hember kirinên dewleta Tirk a dagirker ên dijî Rêber Abdullah Ocalan saet di 09:00`an de çalakiyekê li dar dixe. (Bi wêne û dîmen)

Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê 92 şehîdên ku di dem û salên cuda de şehîd bûne li Navenda Dîcle ya Çand û Hunerê bi bîr tîne. Saet di 10:00`an de. (Bi wêne û dîmen)

Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê li se rasta Reqa, Tebqa, Dêrazor û Minbicê çalakiyeke çandî ya jinên ciwan li dar dixe. Çalakî li Navenda Çandê ya Tebqayê saet di 17 :00`an de li dar dikeve. (Bi wêne û dîmen)

Rojnamevanên herêma Firatê, hevrê û malbatên rojnamevanên şehîd, nûçegihanê Kenala Ronahî TV`yê şehîd Mistefa Mihemed li Goristana Şehîd Dîcle ya li Kobanê bi bîr tînin. Saet di 19:00`an de. (Bi wêne û dîmen)

Şêniyên bajarê Qamişlo di salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê de li goristana Şehîd Delîl Saroxan a li bajêr mûman pê dixin. Saet di 19::00`an de. (Bi wêne û dîmen)

ANHA