'Têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî wê dewam bike'

Li Helebê çalakiya konvendê ya li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan di roja sêyemîn de bi dawî bû.

17 tîrmeh, 2023   21:02
HELEB

Kongra Star û PYD'ê bi armanca şermezarkirina tecrîda girankirî  û nameyên gefxwarinê yên li dijî Rêber Abdullah Ocalan çalakiya konvendê li taxa Şêxmeqsûdê dabû destpêkirin. Çalakî di roja xwe ya sêyemîn de bi dawî bû. Di nav de nûnerên saziyên sivîl, partiyên siyasî, kesayetên serbixwe, şêx û rûspiyên eşîran, bi sedan şênî herikîn bin konê çalakiyê.

Endama Koordînasyona Kongra Star Fehîme Hemo axivî û wiha got: "Bi fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan me xwe bi rêxistin kir û me komên çete ji taxa xwe derxistin. Em ê têkoşînê berdewam bikin heta azadiya fîzîkî ya Rêbertiya xwe mîsoger bikin."

Rêvebera Nivîsgeha Têkiliyan a PYD'ê Eyşe Hiso jî li ser Berxwedana 14'ê Tîrmehê û Şoreşa 19'ê Tîrmehê axivî û got, bingehê şoreşê Berxwedana girtîgehan û berxwedana Rêber Abdullah Ocalan e.

Eyşe Hiso diyar kir ku dewleta Tirk bi rêya tecrîdê û nameyên gefxwarinê yên ji bo Rêber Abdullah Ocalan dixwaze gelê Kurd û gelên ku xwedî li ramanê Rêbertî derketine qir bike.

Di çalakiyê de sekretêrê Giştî yê Partiya Guhertin û Ronesans Mistefa Qelecî diyar kir ku fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan tevahî gelên herêmê eleqedar dike, ji ber vê yekê komplo li dijî wî hat kirin.

Di çalakiyê de koma Şehîd Vajîn a girêdayî Tevgera Hîlala Zêrîn stran gotin. Her wiha sînevîzyonek li ser berxwedana girtîgehan û têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan a li Îmraliyê hat pêşandan.

Di dawiyê de daxuyaniyek bi zimanê erebî ji aliyê endama Koordînasyona Kongra Str Elîf Hesen û bi zimanê kurdî ji aliyê rêveberê Komîteya Têkiliyan a PYD'ê Menan Cafer ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji bo rakirina tecrîdê û ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî dê asta têkoşînê were xurtkirin. Her wiha hate gotin: "Azadiya fîzîkî ya Rêbertî armanca pêşîn a têkoşîna me ye, ji ber ku azadiya Rêberî mîsogeriya azadiya tevahî gelan e."

(bb)

ANHA