Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berxwedêrên 14′ê Tîrmehê hatin bibîranîn

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi civînên girseyî Şehîdên Berxwedana 14′ê Tîrmehê hatin bibîranîn. Di civînê de axêveran got mîrasa berxwedana wan îro di oxira têkbirina faşîst û siyasetên qirkirinê de tê nûkirin.

15 tîrmeh, 2023   12:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ji bo bîranîna Şehîdên Berxwedana 14′ê Tîrmehê û danasîna berxwedana wan civînên girseyî û çalakî li bajar û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dar xistin. Di civînan de şênî, endamên saziyên sivîl û rûspiyên eşîran beşdar bûn.

TIRBESPIYÊ

Endamê PYD′ê Welat Zerdeştî di civîna Tirbespiyê de îşaret bi siyasetên qirkirinê yên ku dewleta Tirk li dijî gelê Kurd û pêkhateyan pêk tîne û got ev siyaset ne nû ne. Ji ber ku dîroka dewleta Tirk tijî qirkirin û komkujî ye; çewisandina azadî, nasnameya pêkhate û neteweyên din. Zerdeştî got: "Mîrasa Berxwedana 14′ê Tîrmehê îro di oxira têkbirina faşîst û siyasetên qirkirinê de tê nûkirin."

AMÛDÊ

Endama PYD′ê Hena Xalid di civîna Amûdê de diyar kir ku Berxwedana 14′ê Tîrmehê nîşaneya dîrokî ya nûnertiya vîna gelê Kurd û gelên azadîxwaz li hember siyasetên qirkirinê û vejîna vîna azad e. Hena soz da ku ew ê heta pêkanîna serkeftinê li dijî siyasetên qirkirinê û dagirkeran têkoşînê bilind bikin.

Civîn bi sînevîzyonekê li ser Berxwedana 14′ê Tîrmeyê bi dawî bû.

TIL HEMÎS

Endamê rêveber ê PYD′ê Mistefa Ehmed di civîna Til Hemîsê de têkoşerên tevgera rizgariya Kurdistanê û Şehîdên 14′ê Tîrmehê bi bîr anîn û got: "Berxwedana 14′ê Tîrmehê li dijî zulm û hovîtiya faşîstên tirkan li dijî têkoşerên di girtîgehan de hate destpêkirin."

Ehmed diyar kir ku Şehîdên 14′ê Tîrmehê pira derbasbûna hemû gelan ber bi têgeha neteweya demokratîk, jiyana hevbeş û sekna li hember siysetên dewleta Tirk ên li dijî gelê herêmê ye.

Divê gel xwe bispêre berxwedana 14′ê Tîrmehê.

TIL BIRAK

Li Til Birakê, Meclisa Navçeya Til Birakê bi hevkariya PYD′ê û Kongra Star sînevîzyonek ji şêniyên navçeyê re li ser Berxwedana 14′ê Tîrmehê û hovîtiya dewleta Tirk li dijî têkoşeran pêşkêş kir.

HOL

Di civîna li navçeya Holê ya kantona Hesekê de, hevserokê nivîsgeha PYD'ê ya navçeyê Emar Mûsa axivî.

Emar Mûsa got: "Berxwedana 14'ê Tîrmehê li hemberî zilm, îşkence, destpotî û polîtîkayên şikandina îradeya gelan bû. Berxwedana şehîd Mezlûm Dozan bû meşaleyek ku rêya tevahî berxwedêr û şoreşgerên li dijî dîktatorî û destpotiyê ronî dike."

EYN ÎSA

Di civîna bi haman armancê ya li navçeya Eyn Îsayê de jî hevseroka Meclisa Qanûnsaz a Herêma Firatê Fayîze Ebdî got: "Di serî de dewleta Tirk, dewletên dijberî Rêveberiya Xweser bi rêya tîfaqên eşkere û veşartî yên bi hikumeta Şamê û hêzên navneteweyî re hewl didin projeya Rêveberiya Xweser têk bibin. Her wiha dixwazin herêmê veguherînin qada şerê taîfî û fitneyan. Li bi berxwedana xelkê herêmê ev hewldan wê bi ser nekevin. Ezmûnên me yên dîrokî yên li hemberî tevahî komplo û rêbazên şerê taybet mînak in."

Fayîze Ebdî di dawiya axaftina xwe de banga parastina destkeftiyên şehîdan kir.

Li navçeya Hîbat, Hîşe û kampê yên herêma Firatê jî ji bo nirxandinên rewşa siyasî û bandorên şerê taybet civîn hatin lidarxistin.

(fr-bb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/SyIeA27qDPI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe><iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/kkn3svWBDFQ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe><iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/UBb_o71sn94" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>