Li Koreya Başûr lehî: 7 mirî

Ji ber barana zêde li Koreya Başûr hezaz çêbûn û lehî rabûn. Di encamê de 7 kesan jiyana xwe ji dest da, 3 kes winda ne û zêdetirî hezar û 500 kes hatin veguhastin.

Li Koreya Başûr lehî: 7 mirî
15 tîrmeh, 2023   08:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Reutersê, rayedarên Koreya Başûr diyar kir ku di encama barana zêde de ku bûye sedema lehî û hezazê, 7 welatiyan jiyana xwe ji dest da, 3 kes winda ne û 7 kesên din birîndar bûn.

Wezareta Karên Hundir a welêt da zanîn ku heta saet 11:00`ê sibehê li seranserê welat hezar û 567 kes hatine veguhastin û diyar kir ku hejmar dê zêdetir bibe.

Li gorî Wezareta Veguhastinê ya welêt, li kantona Chungcheong a bakurê welat duh ji ber hezazê trenek ji rêya xwe derketiye.

(fr/c)