Balafirên dewleta Tirk gundekî Amêdiyê bombebaran kir

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundekî Amêdiyê ya Başûrê Kurdistanê bi dijwarî bombebaran kir. Ji ber êrişê şewat li herêmê derket.

Balafirên dewleta Tirk gundekî Amêdiyê bombebaran kir
15 tîrmeh, 2023   08:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnewsê diyar kir ku li gorî agahiyên ji herêmê hatine standin, balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker, gundê Berçî yê ser bi Amêdiyê a ser bi Duhokê ve bombebaran kiriye.

Li gorî agahiyan ji ber êrişê agirekî mezin bi eraziya herêmê ketiye û heya niha jî agir nehatiye vemirandin.

Der barê ziyanan de tu agahiyek nehate bidestxistin, tê gotin liv û tevgera balafiran a li ser herêmê dewam dike.