Konferansa 6'emîn a Akademiyên Civaka Demokratîk hat lidarxistin

Konferansa 6'emîn a Akademiyên Civaka Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Reqayê hat lidarxistin.

Konferansa 6'emîn a Akademiyên Civaka Demokratîk hat lidarxistin
14 tîrmeh, 2023   17:59
REQA

Konferansa 6'an a Akademiyên Civaka Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi amadebûna endamên akademiyan, nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rêxistinên civaka sivîl li hola civînan a Komîteya Perwerdeyê ya Reqayê hat lidarxistin.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hemdan El Ebid axivî û got: " Dema em behsa akademiyan dikin, nameya Şehîd Mihmed Xeyrî Dûrmuş û ramanên serok têne bîra mirov. Her wiha ev wêneyên şehîdan ku jiyana xwe ji bo azadî, rumet û avakirina civakeke exlaqî û hezkirin û aşîtiyê feda kir.''

Rêveberê Akademiyên Civaka Demokratîk ên Reqayê Ehmed El Hesen nameya şehîd Mihemed Xeyrî Dûrmuş xwend û behsa Berxwedana 14'ê Tîrmehê kir. Rêvebera akademiyên Minbicê Medya Îbrahîm nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên girêdayî perwerdeyê xwendin.

Piştre sînevîzyonek li ser xebatên akademiyan hatin xwendin û rapora xebatên du salan ên akademiyan ji aliyê rêvebera Akademiya Civaka Demokratîk a bajarê Qamişloyê Medya Mûsa ve hat xwendin.

Beşdaran jî nirxandinê xwe anîn ziman, bal kişand ser girîngiya perwerdeyê ya li gorî felsefeya neteweya demokratîk.

Konferasan bi encamnameyekê bi dawî bû ku ji hejmareke biryar pêk hat. Ji wan biryaran, ji bo avakirina civakeke demokratîk, divê xebatên akademiyan werin pêşxistin.

(bb)

ANHA