Dayikên Aştiyê û Meclisa Tenduristiyê bang li CPT′yê kir

Meclisa Tenduristiyê û Dayikên Aştiyê yên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tecrîd û nameyên gefxwarinê yên li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û bang li CPT′yê kir ku bikevin nava tevgerê.

Dayikên Aştiyê û Meclisa Tenduristiyê bang li CPT′yê kir
13 tîrmeh, 2023   13:01
HELEB

Di çarçoveya rêzeçalakiyên li dijî gefên li Rêber Abdullah Ocalan hatine xwarin, Meclisa Tenduristiyê û Meclisa Dayikên Aştiyê yên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê daxuyaniyên cuda dan.

Daxuyaniya Meclisa Dayikên Aştiyê ji aliyê Rexde Mihemed Remedan ve li pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hat xwendin.

Di daxuyaniyê de nameyên gefxwarinê ku desthilata dewleta Tirk a dagirker radestî Rêber Abdullah Ocalan kirine, hatin şermezarkirin.

Dayikan di daxuyaniya xwe de bi bîr xist ku di 9′ê Cotmeha 1998′an Komploya Navneteweyî li dijî Rêber Abdullah Ocalan hat destpêkirin û di 15′ê Sibata 1999′an de Rêbertî hate revandin û wiha dom kir: “Ji wê demê de dewleta Tirk a dagirker li dijî wî tevahî rêbazên tecrîdê û cezayan pêk tîne.”

Endama rêveber a Meclisa Tenduristiyê ya girêdayî Kongra Star Nesrîn Mihemed jî li ser navê meclisê li qada Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir daxuyaniyek xwend. Hejmareke xebatên tenduristiyê yên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê beşdarî dayîna daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniya meclisê de hate gotin ku desthilatdarên Tirk hemwextî îşkecenya derûnî, muameleya dermirovî, rêbazên îşkenceyê li Îmraliyê pêk tîne û hat diyarkirin ku armanca wê yekê qirkirina gelên herêmê û şikandina vîna azad e.

Di daxuyaniyê de bang li tevahî rêxistinên mafên mirovan û CPT′yê hat kirin ku ji bo aşkerakirina rewşa Rêber Abdullah Ocalan bi erkên xwe rabin.

Di dawiyê de soza bilindkirina têkoşînê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hat dayîn.

(fr/c)

ANHA