Leşkerê Tirk beriya bê kuştin: Berpirsyarê kuştina me fermandarê me ye!

Leşkerê dewleta Tirk a dagirker Erdem Kavlak ku di 11’ê Tîrmehê de dewleta Tirk kuştina wî ragihandibû, beriya bê kuştin di dîmeneke xwe de diyar dike ku ew li qada şer bê av û bi tenê hatine hiştin û dibêje: “Eger tiştek bê serê min yan hevalên min berpirs fermandarê me ye.”

Leşkerê Tirk beriya bê kuştin: Berpirsyarê kuştina me fermandarê me ye!
13 tîrmeh, 2023   12:23
NAVENDA NUÇEYAN

Leşkerê dewleta Tirk a dagirker yê bi navê Erdem Kavlak ê ji xelkê Sêwasê ye, di 11’ê Tîrmehê de ji aliyê dewleta Tirk ve hatibû gotin ku di encama qezayê de hatiye kuştin. Derket holê ku ew bi zorê li qada şer hatiye hiştin û ne diyare ka ji aliyê artêşa Tirk ve hatiye kuştin an jî di encama qezayê de miriye.

Dîmenekî ku dema Erdem Kavlak li qada şer bû kişandiye, di ajansa Rojnewsê de hat belavkirin. Kavlak di wî dîmenî de wiha dibêje: “Ev 3 roj in em li vir in, îro jî roja me ya 4’emîn e. Em li vir bê av mane. Ger ku tiştek li min an jî li hevalên min were, giştî berpirsyar fermandarên me yê boluk û tabûrê ne. Ger tiştek li min were vê vîdeoyê radestî Wezareta Parastinê ya Artêşa Tirk bikin.”