Li Cindirêsê mêtingehek nû tê avakirin

Dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya Rêxistina “Daniz Feneri” ya Tirkiyeyê li navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî mêtingehek nû ava dikin.

Li Cindirêsê mêtingehek nû tê avakirin
13 tîrmeh, 2023   13:11
ŞEHBA

Dewleta Tirk a dagirker di çarçoveya guehrtina demografîk de, bi rêya rêxistinên îxwanî avakirina mêtingehan li sernaserê erdnîgriya Efrînê dewam dike.

Li gorî çavkaniyekê xwecih, dewleta dagirker bi hevkariya şîrketeke girêdayî êxistina “Daniz Feneri” ya Tirkiyeyê li derdora gundê Kefir Sefirê yê navçeya Cindirêsê mêtingehek nû ava dike.

Di mêtingeha nû de dê zêdetirî 100 avahiyên 4 qatî werin avakirin û tê gotin ku dê avakirina mêtingehê destpêka zivistanê bi dawî bibe.

Hat destnîşankirin ku dê malbatên çeteyan ên ji Xûta Rojhilat ya gudewarê Şamê, Hums û Hemayê lê werin bicihkirin.

Piştî erdheja 6′ê Sibatê avakirina mêtingehan di çarçoveya guhertina demografiyayê de li erdên derdorê û gundên navçeyê zêdetir bûye. Her wiha malbatên Tirkmen û malbatên çeteyên li navçeyê tên bicihkirin.

(fr/c)

ANHA