Dewleta Tirk 200 penaberên sûriyeyî li herêmên dagirkirî vegerandin

Desthilatên Tirkiyeyê derdora 200 penaberên sûriyeyî ji Tirkiyeyê li herêmên dagirkirî yên Sûriyeyê vegerandin.

Dewleta Tirk 200 penaberên sûriyeyî li herêmên dagirkirî vegerandin
11 tîrmeh, 2023   13:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR)desthilata Tirkiyeyê duh bi şev 200 penaberên sûriyeyî ji Tirkiyeyê bi rêya deriyê sînor Bab El Selame yê gundewarê Ezazê yê dagirkirî, li herêmên dagirkirî vegerandin.

Desthilata Tirkiyeyê di çarçoveya temamkirina projeya xwe ya guhertina demografiya herêmê de penaberên sûriyeyî li Efrîn, Ezaz û Serêkaniyê vedigerîne.

SOHR`ê di 1`ê Tîrmehê de diyar kiribû ku desthilata Tirk di roja yekemîn a cejnê de 19 sûriyeyî li di deriyê sînor ê Serêkaniyê re li herêma dagirkirî vegerandin.

Penabarên ku ber bi herêmên dagirkirî ve hatine şandin, ji herêmên cuda yên Sûriyeyê ne û ew radestî çeteyên Polîsa Leşkerî ya dewleta Tirk a dagirker hatine kirin.

(şx)