Şêniyên Dirbêsiyê sersaxî dan malbata şehîd Siûd Xelef

Bi dehan şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê sersaxî dan malbata şehîd Siûd Mihemed Xelef ku endamê Hêzên Erka Xweparastinê bû.

Şêniyên Dirbêsiyê sersaxî dan malbata şehîd Siûd Xelef
Şêniyên Dirbêsiyê sersaxî dan malbata şehîd Siûd Xelef
Şêniyên Dirbêsiyê sersaxî dan malbata şehîd Siûd Xelef
Şêniyên Dirbêsiyê sersaxî dan malbata şehîd Siûd Xelef
Şêniyên Dirbêsiyê sersaxî dan malbata şehîd Siûd Xelef
11 tîrmeh, 2023   13:44
HESEKÊ

Bi dehan şêniyên navçeyê tev li merasîma sersaxiyê bûn ku li gundê Hişawiye yê bajarokê Sêgir ê navçeya Dirbêsiyê li dar ketiye.

Endamê Hêzên Erka Xweparastinê Siûd Mihemed El Xelef dema erkên xwe yên leşkerî dianîn cih, di 9`ê Tîrmehê de li Hesekê şehîd dibe.

Bi dehan şênî, endamên saziyên sivîl û meclisan tev li merasîmê bûn.

Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Dirbêsiyê, Meleke Yusif axivî û soza şopandina rêya şehîdan da.

Her wiha hevserokê Meclisa Bajarokê Sêgir Xalid Yusif jî axivî û got: “Şehîd Siûd û malbata wan ji bo şoreşê, gelek fedakarî krin. Em soz didin ku dê rêya wî û hevalên wî berdewam bikin.”

Dûre hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê navçeyê Mihemed Xelef axivî û tevahî şehîdên berxwedanê bi bîr anîn û got: “Tîrmeh, meha berxwedana dîrokî ya gelê Kurd e. Şehîd Siûd jî di oxira parastina gelê xwe û azadiya wî de canê xwe feda kir.”

Bi navê malbata şehîd, keçapa şehîd Rûsîm Xelef axivî û wiha anî ziman: “Em bi şehadeta Siûd serbilind in ku bi fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bawer kir, ji bo wê tê koşiya û tev li kerwanê şehîdan bû. Em soz didin ku rêya şehîdan bişopînin ta ku serkeftinê bi dest bixin.”

(şx)

ANHA