​​​​​​​‘Çîn hewl dide destkeftiyên stratejîk bi dest bixe û zextê li DYA'yê bike’

Lêkolînerê kar û barên Çînê Amir Temam anî ziman ku Çîn bi vexwendina Natanyahu ya ji bo serdanekê hewl dide destkeftiyeke stratejîk pêk bîne û dixwaze cîhan wek afirînera aştiyê û aliyekî bibandor di aloziyên Rojhilata Navîn de û wekî hevgrikê DYA'yê lê binêre.

​​​​​​​‘Çîn hewl dide destkeftiyên stratejîk bi dest bixe û zextê li DYA'yê bike’
7 tîrmeh, 2023   06:21
QAHÎRE - MUHSIN EL MISIRÎ

Hevrikiya di navbera DYA û Çînê de êdî sînorên aborî derbas kirine û ketiye pêvajoyeke nû ya lîstina rolên mezintir û bibandortir di dosyayên Rojhilata Navîn de. Gelo dê Çîn dê di warê siyasî de jî mîna aboriyê bi ser bikeve yan dê nêrîna Washingtonê cuda be?

Nivîsgeha serokwezîrê Îsraîlê ragihand ku Çînê Netanyahu vexwendiye serdanekê. Têkildarî vê serdanê û hewlesta DYA'yê lêkolînerê kar û barên Çînê Amir Temam ji ANHA'yê re axivî.

Amir Temam diyar kir ku ev demek e Çîn hewl dide cihekî xwe yê siyasî, ewle û stratejîk li herêma Rojhilata Navîn çêke û got: "Têkildarî Îsraîlê têkiliyên wê yên xurt bi Çînê re hene. Her wiha projeyeke pêşxistina bendera Heyfa ya bi fînansekirina Îsraîlê hebû. Lê dema ku Washingtonê destwerdan kir ev proje hat sekinandin."

/ar/uploads/files/2023/07/06/181702_9c0f828c-1b45-4c0c-977d-3889c47d5104.webp

Temam anî ziman ku Çîn hewl dide destwerdanê li şerê Filistîn û Îsraîlê bike û bibe aliyekî bibandor di vê dosyayê de. Her wiha da zanîn ku hebûna Çînê di vê dosyayê de divê bi razîbûna Îsraîl û Filistînê be.

Amir Temam da zanîn ku Çînê gavên xwe bi pêşwazîkirina serokê Filistînê Mehmûd Ebas da destpêkirin û bi germahî ew pêşwazî kir û bi bîr xist ku Çînê ji bo çareserkirina aloziya Filistîn-Îsrîalê însiyatîfek ragihandibû.

Temam bi domdarî got: "Divê mîna heman vexwendinê ji bo serokwezîrê Îsraîlê Natanyahu jî hatiba şandin da ku însiyatîfa Çînê pê re nîqaş bike û erêkirina Til Avîvê qezenc bike. Di encamê de ji bo ku Çîn bibe aliyekî navbeynkar di navbera Îsraîl û Filistînê de. Serketina Çînê ya di vî warî de mîna derbeyeke stratejîk li hebûna Amerîkayê ya li herêmê ye. Armanca Çînê ya destwerdana li dosyayên Rojhilata Navîn ew e ku zextê li DYA'yê bike, nemaze ji ber tevgerên Washingtonê yên li herêmê bandora Çînê. Amerîka li herêmên Okyanûsa Pasîfîk û Okyanûsa Hindê dest bi zextan li ser Çînê kiriye û hebûna xwe li herêmên cîran ên Çînê, wekî Japonya, Koreya Başûr, Deryaya Çînê ya Başûr, Tengava Taywanê, Vîetnam û Fîlîpînan zêde dike. Ev yek di çarçoveya siyaseta astengkirina Çînê û sînordarkirina bandora wê de tên kirin."

Teman diyar kir ku armanca Çînê ya vexwendina Natanyahu ji bo serdanê ne ji bo livandina dosyaya normalîzekirina di navbera Til Avîv û Riyadê de ye yan jî ji bo çareserkirina aloziya Îsraîlê û Filistînê ye û got: "Mijara pêkanîna vê armancê ne hêsan e. Tişta ku Pekînê dixwaze ew e ku erêkirina Îsraîl û Filistînê qezenc bike ji bo ku bibe aliyekî serbixwe û pak di proseya aştiyê de. Çînê bi hebûna xwe ya di vê dosyayê de hewl dide destkeftiyeke stratejîk pêk bîne. Çînê dixwaze ku cîhanê wekî afîrnera aştiyê û aliyekî bi bandor di aloziyên Rojhilata Navîn de û wekî hevgirkê DYA'yê lê binere."

Li gorî Temam, Çînê hewl dide nakokiyên di navbera Îsraîl û rêveberiya DYA'yê de bi kar bîne, nemaze ku Koşka Spî Natanyahu  ji dema ku gihiştiye ser desthilatê ve venexwendiye serdanê. Her wiha got, nakokî di navbera Biden û serokwezîrê Îsraîlê û hikumeta wî ya tundaw de hene.

HELWESTA ÎSRAÎLÊ

Têkildarî helwesta Îsraîlê ya ji vê serdanê, Amir Temam got: "Dibe ku Natanyahu hewl dide sûdê ji vê serdanê bigire da ku zextê li DYA û rêveberiya Biden bike. Ev serdana çaremîn a Natanyahu a ji bo Çînê ye. Dibe ku Îsraîlê hewl dide sûdê ji têkiliyên siyasî û aborî yên bi Çînê re bigire û dijminahiyê bi Pekînê re ya ku rasterast piştgiriyê Filistînê dike, neafirîne. Til Avîvê hewl dide Çînê bide aliyekî û li dijî wê nesekine, lê di heman demê de naxwaze Washingtonê bi hêrs bike da ku desteka DAY'yê ya bi Îsraîlê re biparêze."

Lêkolîner Amir Temam di dawiyê de destnîşan kir ku dibe Îsraîlê qebûl bike ku Çîn di proseya aştiyê ya li gel Filistînê de bibe aliyek, lê bêyî ku bibe aliyek bingehîn di navbeynkariyê de, mîna DYA'yê. Temam diyar kir ku Til Avîv dê însiyatîfa Çînê ji bo çareserkirina pirsgirêka aloziya Ereb-Filistînê gotûbêj bike.

(bb)

ANHA