Moskovê bersiva tawanên Washingtonê da

Piştî fermandarê hêzên hewayî yê CENTCOM′ê ragihand ku balafireke Rûsyayê balafireke bêmirov a DYA’yê tacîz kiriye, dema balafirê erka xwe ya li dijî DAIŞ′ê li Sûriyeyê pêk dianî, Rûsyayê bersiv da.

Moskovê bersiva tawanên Washingtonê da
7 tîrmeh, 2023   06:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê bersiva tawanên DYA’yê da û got balafirên Koalîsyona Navneteweyî ya bi serkêşiya Washingtonê 5 caran qada hewayî ya herêma tetbîqatên Sûriyeyê-Rûsyayê yên hevbeş binpê kirin.

Rûsyaya diyar kir ku ew ne berpirsê aştiya gerên hewayî yên bê tensîq ên balafirên bêmirov e û li ser van binpêkirinan fikara xwe anî ziman.

Ev yek piştî fermandarê hêzên asîmanî yê CENTCOM′ê Alex Greenwich ragihand ‎ku balafireke Rûsyayê bombeyên şewqê avêtin û li nêzî balafireke bêmirov bi awayekî xeternak geriya, wê jî gef li aştiya balafiran xwar.

Alex Greenwich diyar kir ku di 24 saetên de ev bûyera duyemîn e û nîşaneya reftarên neewle yên hêzên hewayî yên Rûsyayê li Sûriyeyê ne. Greenwich bang li Rûsyayê kir ku van tevgerên xwe rawestîne û pabendî pîvanên hêza hewayî be.

(fr)