​​​​​​​Astengî û zehmetiyên li pêşiya beşdarên Komxebata Navneteweyî derketine

Li gotî endamê Komîteya Amadekar li pêşiya beşdarên Komxebata Navneteweyî ya têkildarî Peymana Lozanê, gelek astengî derketin ku PDK`ê û hikumeta Şamê sedema wê bûn.

​​​​​​​Astengî û zehmetiyên li pêşiya beşdarên Komxebata Navneteweyî derketine
​​​​​​​Astengî û zehmetiyên li pêşiya beşdarên Komxebata Navneteweyî derketine
​​​​​​​Astengî û zehmetiyên li pêşiya beşdarên Komxebata Navneteweyî derketine
​​​​​​​Astengî û zehmetiyên li pêşiya beşdarên Komxebata Navneteweyî derketine
​​​​​​​Astengî û zehmetiyên li pêşiya beşdarên Komxebata Navneteweyî derketine
​​​​​​​Astengî û zehmetiyên li pêşiya beşdarên Komxebata Navneteweyî derketine
​​​​​​​Astengî û zehmetiyên li pêşiya beşdarên Komxebata Navneteweyî derketine
6 tîrmeh, 2023   18:22
HESEKÊ

Roja yekemîn a Komxebata Navneteweyî ya têkildarî Peymana Lozanê ya NRLS`ê vê sibê bi beşdariya zêdetirî 150 siyasetmedar, lêkolîner, akademîsyen û bi rêya zoomê gelek kesayeta ji Kurdistan û cîhanê, dest pê kir.

Têkildarî nirxandina xebatên roja yekemîn a komxebatê, astengiyên li pêşiyê derketine, endamê Komîteya Amadekar Hecar Şekir got li pêşiya komxebatê gelek astengî derketin, bûn sedem ku dereng dest pê bike. Her wiha diyar kirk u gelek mêvanên komxebatê nekarî tev li wê bibin tenê bi rêya zoomê beşdar bûn.

Şekir wiha domand: “Me derdora 150 kesayetên kurdistanî, sûriyeyî, biyanî ji bo beşdariya komxebatê hatin vexwendin. Tevî mêvanên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rêveberiya Xweser, 150 heta 200 kesayet beşdarî komxebatê bûn.”

Her wiha Şekir diyar kir ku ji aliyê PDK`ê û hikumeta Şamê ve li hember beşdariya gelek kesayetan, astengî hatin derxistin û desthilatên hin dewletan jî, nehiştin ku ew bên herêmê ku bi xwe aliyên peymana Lozanê ne.

Der barê mijarên girîng ên di 3 rûniştinên destpêkê de hatine gotubêjkirin de, Şekir da zanîn ku rewşa kurdan beriya 100 salî, rewşa siyasî beriya lihevkirinê û encamên lihevkirinê, mijarên sereke yên roja yekemîn a komxebatê bûn.

Têkildarî wê Şekir got: “Di roja duyemîn a komxebatê de, dê 3 civînên sereke li dar kevin. Rewşa gelê Kurd a niha, rêbazên berxwedana li hember cureyek din a peymanên li ser hesabê gelê Kurd, beyanname û pêşniyarên beşaran ji bo partiyan, hêzên siyasî û leşkerî yên kurd, dê werin nirxandin.”

Çaverê ye ku roja duyemîn a komxebatê, sibe, saet 9:00`an sibehê dest pê bike, dê mijarên; rewşa niha ya kurdan, astengiyên li pêşiya wan derdikevin, rêbazên sekna li hember şerê qirkirinê yê li dijî gelê Kurd, çawaniya derbaskirina Lozanê, dîtina çareseriya guncew a doza Kurd û herêmê, werin nîqaşkirin.

(şx)

ANHA