Pirtûka Stêrkên Geşbîn hat îmzekirin

Pirtûka Stêrkên Geşbîn a taybet bi Pêşbirka Nivîskarê Pêşerojê bi şahiyek hat îmzekirin.

Pirtûka Stêrkên Geşbîn hat îmzekirin
6 tîrmeh, 2023   16:20
QAMIŞLO

Desteya Çandê ya herêma Cizîrê 4`emîn Pêşbirka Nivîskarê Pêşerojê, bi dirûşma “Şitla îro, dara sibe” li Parka Xwendinê ya li Qamişlo, li dar xist.

/kr/uploads/files/2023/07/06/162135_pirtka-strke-gesbune-5.webp

Şahî bi amadebûna bi dehan xizmên zarokên ku pirtûk derxistine hate lidarxistin. Di destpêka şahiyê de endamê komîteya amadekar a Pêşbirka Nivîskarê Pêşerojê,  Ebdulmecîd Xelef diyar kir ku armanca pêşbirkê ew e ku asta xwendinê li cem zarokan were pêşxistin û behreyên wan werin vedîtin ji bo di pêşerojê de bibin nivîskar .

Piştre pirtûk ji aliyê zarokên nivîskar ve hat îmzekirin û zarokên ku tev li Şahîyê bûne hatin bilavkirin.

Pêşbirka Nivîskarê Pêşerojê ji 2020’an ve bi rengekî salane tê lidarxistin.

(he/şx)

ANHA