2`yemîn Kongreya Kombûna Jinan a Zenûbya bi dawî bû

2`yemîn Kongreya Kombûna Jinan a Zenûbya bi encamnameyekê û hilbijartina endamên koordînasyonê bi dawî bû.

2`yemîn Kongreya Kombûna Jinan a Zenûbya bi dawî bû
6 tîrmeh, 2023   15:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Hola Mişwar a Reqayê, Kongreya 2′yemîn a Kombûna Jinan a Zenûbiya dest pê kir. Di kongreyê de endamên nivîsgehên kombûnê yên Tebqa, Reqa, Minbic û Dêrazorê, endamên saziyên sivîl û leşkerî, YPJ, YPG′ê, Meclisa Jinan a Sûriyeyê, Rêxistinên Civaka Sivîl, Yekitiya Jinên Ciwan, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) beşdar bûn.

Di destpêka kongrayê de berdevka kombûnê Xûd El Îsa axivî û bixêrhatina beşdaran kir.

/ar/uploads/files/2023/07/06/145652_000000000.webp

Piştî nîqaşkirina rêziknameya kongreyê, beşdaran bendên wê nîqaş kirin û endamên Koordînasyona Kombûna Jinan a Zenûbya hilbijartin.

Kongre bi encamnameyekê bi dawî bû ku berdeva kombûnê şaxê Reqayê Xûd El Îsa xwendin.

Encamname wiha ye: “Piştî damezirandina kombûnê û ragihandina wê di 1-6-2021`an de li Reqayê û erêkirina rêziknameya wê, li ser sazûmaniya rêxistinî ya kombûnê li Reqa, Tebqa, Dêrazorê xebat hat kirin. Piştî derbasbûna 2 salan û meşandina têkoşînê, konferansên nivîsgehên kombûnê li herêmên navborî hatin lidarxistin. Heta ku kongreya giştî îro li dar ket, perspektîf, rapora kar û xebatên kombûnê hatin nîqaşkirin. Endamên koordînasyonê û meclisa giştî hatin hilbijartin. Navên nisîgehan li herêman hatin guhertin û bûn meclisên kantonan. Her wiha li ser bernameya kar û xebatan li gorî xalên li jêr hatin lihevkirin:

ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, têkoşîn bê mezinkirin, hemle û çalakiyên têkildarî bên zêdekirin.

Li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, mezinkirina têkoşînê, amadekirina bernameyan û hemleyan.

Ji bo rêgirtina li pêşiya tundiya li ser jinan û rizgarkirina wê ji zihniyeta baviksalariyê ya desthilatdar, divê têkoşîn were mezinkirin.

Destpêkirina hemleyên rêxistinî ji komînan ta meclisan.

Ji bo xurtkirina pergala hevserokatiyê, lidarxistina civînan û amadekirina bernameyan.

Pêwîst e têgeha ekolojiyê bi rêya hemleyên zanakirinê bê belavkirin.

Lidarxistina bername û hemleyên zanakirinê têkildarî tenduristiya jinan û zarokan.

Ji bo xurtkirina jinan di tevahiya aliyan de, vekirina dewreyên meslekî û fikrî yên vekirî û girtî.

Vekirina werşeyên fikrî, siyasî û aboriyê.

Çalakirina projeyên aboriyê di gelek aliyan de ji bo pêxistina aboriya jinan û peydakirina derfetên kar ji gelek jinan re.

(şx)

ANHA