Rojnameyên erebî: Tetbîqatên Şam û Moskovê ji bo DYA û Îsraîlê peyamek in

Hêzên hikumeta Şamê û Rûsyayê tetbîqatên leşkerî yên mezin li gundewarên Helebê dane destpêkirin. Aloziya di navbera Rûsya û DYA'yê de zêde dibe. Têkildarî pêkanîna hilbijartinan li Lîbyayê planeke navneteweyî heye.

Rojnameyên erebî: Tetbîqatên Şam û Moskovê ji bo DYA û Îsraîlê peyamek in
6 tîrmeh, 2023   07:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Tetbîqatên leşkerî yên hikumeta Şamê û Rûsyayê, dosyaya penaberên Sûriyeyê û hilbijartinên Lîbyayê manşetên îro yên rojnameyên erebî ne.

'RÛSYA Û SÛRIYE: TETBÎQAT JI BO DYA Û ÎSRAÎLÊ PEYAM IN'

Der barê rewşa Sûriyeyê de rojnameya Şerq El Ewsat wiha nivîsî: "Roja çarşemê tetbîqatên leşkerî yên mezin ên hêzên Rûsya û Sûriyeyê li gundewarên Helebê dest pê kirin. Tetbîqat dê hefteyekê dewam bikin ku li gel nakokiyên Rûsya-Amerîkayê yên li Sûriyeyê û êrişên Îsraîlê yên li dijî nuqteyên milîsên ser bi Îranê ve yên li Sûriyeyê pêk tên. Lê Moskov ji vê ne razî ye, ji ber vê yekê tetbîqat ragihandin ku mîna peyamekê ji bo DYA û Îsraîlê in."

'URDIN DI TEVGERA JI BO VEGERANDINA PENABERAN DE LI PÊŞ E'

Der barê dosyaya penaberên Sûriyeyê de jî rojnameya El Exbar a Lubnanê nûçeyek weşand.

Nûçe wiha ye: "Hemwextî tevgera bilez a Lubnanê ya vegera dilxwaz a penaberên Sûriyeyê ya di çarçoveyeke sêalî ya Beyrût, Şam û Komseriya Penaberan de, Urdin di heman rêgehê de dimeşe. Armanca Urdinê ew e ku planeke yekgirtî were diyarkirin ku tevî Tirkiyeyê jî tevahî dewletên herêmê yên ku ji ber mijara penaberan ziyan dîtine, tev li vê rêgehê bibin. Eman bi hêvî ye ku tevgera wê bi lihevkirinekê encam bide da ku astengiyên li pêş vegera sûriyeyan, nemaze astengiyên sererastkirina binesazî û redkirina ji aliyê DYA-rojava ve ya ji vê planê werin rakirin û dibe bi rakirina van astengiyan rê li pêşiya normalîzekirina Sûriye-Tirkiyeyê vebe."

'PLANEKE NAVNETEWEYÎ YA JI BO PÊKANÎNA HILBIJARTINAN LI LÎBYAYÊ'

Girêdayê rojeva Lîbyayê, rojnameya El Îtîhad a Îmaratê wiha nivîsî: “Nûnerê DYA'yê yê li Lîbyayê Richard Norland ragihand ku nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Lîbyayê Ebdulla Batilî niha li ser planeke kar dixebite da ku demekê ji bo pêkanîna hilbijartinên serokatiyê û yên parlamentoyê diyar bike. Her wiha destnîşan kir ku destpêkirina vê planê dê di demeke nêzîk de pêk were, nexasim piştî rêxistina proseya hilbijartinê di sala 2021'an de têk çû.

Nûnerê DYA'yê got ji bo yekitiya welat û rewabûna wê, ji bilî hilbijartinan tu alternatîf tune ne û diyar kir ku armanca sereke ew e ku tevahî aliyên lîbyayî encamên hilbijartinan qebûl bikin."

(bb)