Dûpişkan bi zêdetirî 50 kesan veda

Serokê Ofîsa Perwerdeya Tibî û Rehabîlîtasyonê ya Nexweşxaneya Nîştimanî ya Reqayê Mihemed El Cabir diyar kir ku zêdetirî 50 kesên ku dûpişkan bi wan vedaye hatine nexweşxaneyê.

Dûpişkan bi zêdetirî 50 kesan veda
6 tîrmeh, 2023   06:53
REQA-MIHMED XELÎL

Bi bilindbûna pileya germahiyê re, bûyerên pêvedanên dûpişk û maran zêde dibin. Tenê li Reqayê di du mehên dawîn de zêdetirî 50 kesên ku dûpişkan bi wan vedane, serî li Nexweşxaneya Nîştimanî dan.

Serokê Ofîsa Perwerdeya Tibî û Rehabîlîtasyonê ya nexweşxaneyê Dr. Mihemed El Cabir diyar kir ku ew kesên dûpişk an jî maran pê ve dane ji 12 heta 24 saetan di bin çavdêriyê de dihêlin.

(bb)

ANHA