​​​​​​​Di êrişa li derdora Kobanê de 2 kadroyên tenduristiyê birîndar bûn

Di hedefgirtina derdora Kobanê de ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, 2 kadroyên tenduristiyê birîndar bûn ku niha li nexweşxaneyên bajêr têne dermankirin.

​​​​​​​Di êrişa li derdora Kobanê de 2 kadroyên tenduristiyê birîndar bûn
5 tîrmeh, 2023   15:08
KOBANÊ

Dewleta Tirk a dagirker îro Qada Newroz a başûr rojhilatê Kobanê topbaran kiribû. Ambulansa ku çûbû cihê topbaranê yekser kir hedef. Di endamê de 2 kadroyên tenduristiyê birîndar bûn.

Navên wan wiha ne; Sozdar Mistefa Osman (30) û Muslim Nebî Oso (25) birîndar bûn ku li nexweşxaneyên Kobanê tên dermankirin.

 (şx)

ANHA