El Sefedî li Enqereyê ye

Wezîrê karên derve yê Urdinê Eymen El Sefedî piştî ku li Şamê bi Esed re civiya, çû Enqereyê. Sefedî dê bi hempîşeyê yê Tirk û Erdogan re mijarên têkildarî dosyaya Sûriyeyê nîqaş bike.

El Sefedî li Enqereyê ye
4 tîrmeh, 2023   10:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve yê Urdinê Eymen El Sefedî serdana Tirkiyeyê kir. Çaverê ye ku bi hempîşeyê xwe yê Tirk Hakan e Fîdan û Recep Tayyîp Erdogan re bicive, da ku dozên herêmî û navneteweyî û têkiliyên dualî nîqaş bikin.

Tê payîn ku di nîqaşan de balê bikişînin ser pêşdeçûnên krîza Sûriyeyê, normalîzekirina têkiliyên dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê û nêzîkbûna di navbera Komkara Erebî û Sûriyeyê de.

El Sefedî beriya serdana Tirkiyeyê bike çûbû Şamê û bi Esed û hempîşeyê xwe yê hikumeta Şamê Feysel Mîqdad re civiyabû.

El Sefedî di civîneke çapemeniyê ya li gel Feysel Mîqdad de diyar kir ku astengiyên mezin li hember hewldanên çareseriya siyasî hene û got: "Em van hewldanan dinirxînin. Ji ber ku çareserkirina krîza Sûriyeyê dikeve ximzeta berjewendiya Sûriyeyê û gelê wê. Her wiha dikeve ximzeta bejrewendiya herêmê û cîhanê jî. Ji ber bandorên vê krîzê ne tenê li ser vê herêmê ne, li derveyî herêmê jî hene."

Wezîrên karên derve yên Erebistana Siûdî, Urdin, Iraq û Misirê di Gulanê de li Emanê civiyabûn û ragihandibû ku ew li ser pêkanîna însiyatîfa Ereban a ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê ya li ser prensîba gav bi gav, dixebitin.

(fr)