Misir û dewleta Tirk balyoz ji bo hev erkdar kirin

Qahîre û Enqereyê ragihand ku têkiliyên xwe yên dîplomatîk bi pêş ve birine û balyozên xwe li her du welatan nîşan dan.

Misir û dewleta Tirk balyoz ji bo hev erkdar kirin
4 tîrmeh, 2023   08:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Misir û Tirkiyeyê ragihand ku têkiliyên xwe yên dîplomatîk heta asta balyozan bi pêş ve birine.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Misirê, Misirê Umro El Hemamî wek balyozê xwe yê li Enqereyê û Tirkiyeyê Salih Mutlu wek balyozê xwe yê li Qahîreyê nîşan da.

Ev yek di çarçoveya pêkanîna biryara serokê her du welatan de pêk tê, da ku têkiliyên dîplomatîk ên her du dewletan ji nû ve dest pê bikin.

(fr)