Wezîrê karên derve yê Urdinê: Astengî li pêşiya însiyatîfa erebî hene

Wezîrê karên derve yê Urdinê Eymen El Sefedî duh li Şamê bi Beşar Esed û Fesyel Miqdad re civiya û hewldanên çareserkirina aloziya Sûriyeyê ya li gorî însiyatîfa erebî nîqaş kirin.

Wezîrê karên derve yê Urdinê: Astengî li pêşiya însiyatîfa erebî hene
4 tîrmeh, 2023   08:14
NAVNDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Derve ya Urdinê duh ragihand ku wezîrê karên derve yê Urdinê Eymen El Sefedî serdana Sûriyeyê kiriye û bi Beşar Esed û hejmareke rayedarên din ên hikumeta Şamê re hevdîtin kiriye.

El Sefedî got, di hevdîtina li gel Esed de dozên girêdayî têkiliyên her du aliyan û hewldanên dîtina çareseriya siyasî ji bo aloziya Sûriyeyê hatine nîqaşkirin.

El Sefedî di civîneke çapemeniyê de eşkere kir ku astengiyên mezin li pêşiya hewldanên ji bo çareseriya siyasî ya aloziya Sûriyeyê hene û got: "Çareserkirina aloziya Sûriyeyê berjewendiya Sûriye û gelê wê yê bira ye. Her wiha dikeve xizmeta berjewendiyên me û berjewendiya tevahî cîhanê, ji ber ku vê aloziyê bandor li herêma me û li derveyî vê herêmî jî kiriye."

Wezîrê karên derve yê Urdinê destnîşan kir ku gelek bandorên aloziya Sûriyeyê hene ku di roj û şevekê de nayên çareserkirin û wiha domand: "Ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê li gorî însiyatîfa ku me pêşniyar kiribû, me dest bi hewldaneke cidî ya erebî kir. Ev hewldan li gorî biryara 2254'an a Neteweyên Yekbûyî ye. Em bi awayekî aktîf tev digerin da ku ev alozî were çareserkirin. "

Li gorî nûçeya rojnameya El Wetan a nêzî hikumeta Şamê, piştî hevdîtinê Feysel Miqdad di civîneke çapemeniyê de got: "Ev serdan bi hevdîtina bi Beşar Esed re dest pê kir. Mijarên girîng ên ku hatine nîqaşkirin; rewşa Sûriyeyê, pêşketinên piştî lûtkeya dawîn ya erebî û têkiliyên di navbera herdu welatan de hatin nîqaşkirin."

Miqdad bi domdarî got: "Me dît ya bi fêde ew e beriya civîna bê ya komîteya şopandinê ya di lûtkeya dawîn a Ereban de hatibû avakirin, hemahengiyeke du alî ya kûr hebe, da ku helwesteke yekbûyî ya erebî ava bikin ku bikare pirsgirêkên li Sûriye û herêmê çareser bikin."

Hêjaya bi bîrxistinê ye ku wezîrên karên derve yên Erebistana Siûdî, Urdin, Iraq û Misirê di destpêka Gulanê de li Emanê civiyabûn û ragihandibûn ku ew li ser pêkanîna însiyatîfa erebî ya çareserkirina aloziya Sûriyeyê ya li ser esasê gav li beramberî gavê dixebitin.

(bb)