Beşar El Esed bi El Safedî re civiya

Beşar El Esed bi wezîrê karên derve yê Urdunê Eymen El Safedî re li Şamê civiya.

Beşar El Esed bi El Safedî re civiya
3 tîrmeh, 2023   16:15
NAVENDA NÛÇEYAN

SANA ya girêdayî hikumeta şamê ragihand ku El Esed di civînê de behsa; vegera ewle ya penaberên sûriyeyî li warên xwe, pêwîstiya peydkirina binesaziya bingehîn ji vegerê, ji nû ve avakirinê re û lidarxistina projeyan ji bo ku sûriyeyî li jiyana xwe ya asayî vegerin.

Li gorî ajansê, El Safedî hewldanên dawîn ên Urdunê têkildarî vegera penaberên sûriyeyî û ramanên nû ku divê derbarê de bi hevahengiya koma têkiliyên erebî û NY`yê re hatine pêşxistin şîrove kirin.

Her wiha El Safedî diyar kir ku Urdun piştgiriya Sûriyeyê dike û welatê wî amade ye bi hikumeta Şamê re di qadên dualî de kar bike ku hevkariyê di navbera her du welatan de xurttir dike û rol di vegera penaberan de dilîze.

El Safedî destnîşan kir ku çareserkirina hêdîka ya encamên aloziya Sûriyeyê vebijarka herî rastîn û kêrhatî ye.

Ji Sibata borî ve, ev serdana duyemîn a El Safedî ye.

(şx)